'Wêje nasname ye'

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Mijdar 2024 - 19:00

  • Nivîskar û serokê Înstituya Kurdî li Stocholmê Kamran Simo Hedilî yê ku bal bir ser girîngiya ziman û wêjeya kurdî da zanîn divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û got:"Li gorî min ziman giyanê hebûna kurdan e û wêje jî nasname ye.”

ROZA METÎNA/AMED

Nivîskar û serokê Înstituya Kurdî li Stocholmê Kamran Simo Hedilî bal bir ser girîngî û taybetmendiya ziman û wêjeya Kurdî. Di heman demê de jî xebatên Înstituya Kurdî li Stocholmê kir û got divê kurdî bibe zimanê jiyanê. 

Nivîskar û serokê Înstituya Kurdî li Stocholmê Kamran Simo Hedilî di destpêkê de bal bir ser girîngiya ziman û wêjeya Kurdî û wiha got:"Li gorî min ziman giyanê hebûna kurdan e û wêje jî nasname ye. Ti mirov bê giyan nikarin bijîn û ti netew jî bê nasname nayên naskirin. Li gorî wê her takekes, her gel û her netew li ziman û wêjeya xwe xwedî derdikevin. Heke ziman giyanê hebûna gelan e, naxwe em dikarin bêjin bê ziman ti gel nikarin bijîn û bi taybet kurd divê bi vê zanînê li zimanê xwe xwedî derbikivin. Dîsa heke wêje jî nasnameya bûyerên dîrokê ye, yanî şer, lehengî, têkçûn, şadî, xemgînî, xewn û xeyalên netewe ne, wî wextî divê her netew wan bûyeran bi zimanekî xweşik raxîne ber çavên xuneran. Li vir divê bêjim gelên li cîhanê hene gelekan wêjeyên xwe bi zimanê xwe nivîsandine û pêşkêşî xuneran kirine. Lê dagirkeran nehiştin kurd jî wêjeya xwe binivîsin û pêşkêşî xunerên cîhanê bikin. Gotina dagirkerî ji dagirkerên welatê kurdan re kêm dimîne. Ji ber ne tenê xaka kurdan hatiye dagirkirin, hemû hebûna wan ziman, dîrok, ol, çand, wêje û giyanê wan, hatiye dagirkirin. Neyar bi şûr hatine konên xwe li ser hebûna kurdan vedane û gotine kurd tune ne, hûn em in.Li dijî van kirinên dagirkeran ziman û wêjehezên ziman û wêjeya kurdî bi zehmetî û canbexşî xizmet kirine û dikin." 

'Zimanê kurdî bikin zimanê jiyanê'

Kamran da zanîn divê li zimanê Kurdî xwedî bê derketin û wiha pê de çû:"Pêşketinên di jiyanê de çêbûna û çêdibin hemû bi têkoşînê dibin. Ziman û wêjeya ti gelan bê kedeke bê hempa di nav wêje û zimanên pêşketî de cih negirtine. Vêca heke pirs ji bona pêşxistina ziman û wêjeya kurdî yên bi salan degirkeran qedexe kirin û heta ji wan hatiye kar kirine da werê jibîrkirin be, divê werê zanîn ew têkoşîna dê ji hemû tekoşînên din ên jiyanê zehmetir be. Tê zanîn ziman bi xwendin û nivîsandinê tê pêşxistin û pêş dikeve. Zimanê me jî çiqasî ji aliyê peyvan ve dewlemend be, heke ew peyv neyên bikaranîn dê her roj hin ji wan werin jibîrkirin û bimirin. Zimanên îro li cîhanê hene û xwe parastine hemû bi riya perwerdeyê pêş dikevin û pêş ketine. Lê mixabin li welatê ne perwerdeya fermî heye û ne destûr tê dayîn em xwe perwerde bikin. Zimanê me di nivîsên dewletê de zimanekî nenas tê pênasekirin. Ji bona wê di baweriya min de divê di aste herî jor de siyaset pirsgirêka ziman bigire dest û biryarê bide. Ji daxwaza perwedeya fermî ya dibistanan, heta ya bi destê şaredariyan were tevgêrkirin divê siyaseta giştî ji vê re pêşengiyê bike û şaredariyên di destên kurdan de bi giştî werin tevgêrkirin, hemû dest bi vekirina dibistanan bikin. Ji baxçeyên zarokan bigire heta qûrsên ziman û atolyeyên cuda bi navên cuda yên çand û wêjeyê werin vekirin. Tiştekî dinê divê hemû sazîyên kurdan yên wek akademî, enstitu, sendika û komaleyên li welat û derveyî welêt hemû sazî başdar bibin. Em dizanin bê rola dijîtalê li ser herkes û hertiştî çi qas heye ji bona wê divê qada dijîtalê baş were bikaranîn. Qada dijîtalê qadeke bibandor e divê em ji bona zimanê kurdî û wêjeya kurdî bi karî bînin. Xurtkirina wê qadê divê bi pisporî were bikaranîn û bi giyan serferberiyê hemû dezgehên kurdan xwe ji bona van karan tevgêr bikin.Ji van karan re divê butçeyên taybet werin veqandin û peydekirin. Pêşeng û rêveberên civaka kurd divê baş zanibin elerima sor ya mirina ziman li bakurê Kurdistanê lê dixe. Ji bona wê rojekê berî rojekê divê tedibîrên cidî bigirin û zimanê kurdî bikin zimanê jiyanê. Min di qenaleke tv'yê de dît li Amed a kurd jê re dibêjin paytexta dilan ji pêncî şagirtên zanîngehê hate pirsîn navê kitêbê bi kurdî çi ye? Kesî nizanîbû bersivê bide û kesî ji nezanîna xwe şerm nedikir. Ji bona wê divê her kes dengê elerima sor bibihîzin û bizanibim ziman di çi rewşê de ye."

'Divê riya rizgarbûnê nîşan bidim'

Kamran di heman demê de bal bir ser naveroka berhemên xwe û wiha got:"Berhemên min hemû li ser dîrok, ol, çand, wêje û rewşa kurdan hatine nivîsandin. Ev bi sedan salan e kurd di nav şer, talan koçberî û wêran bûnê de ne. Vêca heke ez endamê vî gelî me, pêşî divê ez di berhemên xwe de dîroka derbasbûyî bêjim û riya rizgarbûnê nişan bidim."

'Daxwaza perwerdeya kurdî bikin'

Kamran di heman demê de bal bir ser êrişên li dijî zimanê kurdî û têkoşîna li dijî êrişan û wiha got:"Êrîşa sîstematik a li dijî ziman û hebûna kurdî ji roja komara Tirkiyeyê hatî damezrandin ve heye. Ji wê rojê û heta îro êrîşên li ser ziman û wêjeya kurdî berdewam dikin. Her çendî piştî têkoşîna kurdan ya pêncî salî reveberên dewleta tirk neçar mane bêjin kurd hene û zimanê kurdî jî heye. Lê ev tenê bi dev qebûlkirin, bi rastî di mejiyê xwe de qebûl nekirine. Ji ber rêveberê dewletê hê kurdan hevparên tirkan ên vê dewletê nabînin. Hê dev ji daxwaza xwe ya yek milet û yek zimanî bernedane. Kurd jî divê, dev ji têkoşîna xwe bernedin li her cihî daxwaza perwerdeya kurdî bikin û li ziman, çand û wêjeya xwe xwedî derbikevin.

Xebatên Înstituya Kurdî li Stocholmê 

Kamran Simo Hedilî ji bo xebatên Înstituya Kurdî li Stocholmê jî got; “Înstituya Kurdî li Stockholmê di sala 1996'an de hatiye damezrandin ji wê serdemê heta vêga bê navber xabatên xwe berdewam dike. Înstitu pirtûkên li ser mijarên Kurdistanê hatine nivîsandin çap dike û heta vêga 127 pirtûk çap kirine. Her sal konferans û semîneran li ser babetên cuda dide. Qûrsên cur bi cur li salonên xwe û li ser înternetê dide. Ji bilî van karan li ser înternetê du komên Înstituya Kurdî li Stockholmê hene. Yek koma nirxandina wêjeyê ye. Ev kom her heyvê romanekê bi deng ji endamên nabînin re dixwîne û li ser malpera xwe ya youtbeyê diweşîne li dawiya heyvê berhema hatî xwendin tê nirxandin. Nirxandina berhemê zindî di malpera înstituyê de tê weşandin. Koma duyem koma helbestê ye. Ev kom hemû aliyên helbestê digirê dest û hinan weke waneyên polê dide hinan jî weke semîner dide. Ji dîroka kevnar a destpêka helbesta kurdî digire û heta roja nû wane têne dayîn. Stûnên helbesta kurdî têne nasandin bi van re helbestên endamên komê jî têne xwendin û nirxandin."    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.