• Her ku diçe mijara girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyê girantir dibe. Ji aliyekî ve berxwedana ji bo rakirina tecrîdê, aliyê dî jî tehdeya kêfî ya li ser girtiyan zêdetir dibe. Her wiha girtiyên bi nexweşiyên giran nayên tedawîkirin. Nûneriya TÎHV’ê ya Wanê Dr. Huseyîn Yavîç destnîşan kir tecrîda li ser girtiyan zêdetir dibe, got ew ji rewşa tendiristiya girtiyan bifikar in û bang bihistyariyê kir.

Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê Bijîşk Huseyîn Yaviç, çalakiyên li girtîgehan didomin nirxand.
Wek ku tê zanîn li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo azadiya Rêber Ocalan 27’ê Mijdara 2023’an greva birçîbûnê dabûne destpêkirin, ji 4’ê Nîsanê û pê de rengê çalakiya xwe guhartin û bi renge boykotkirina hevdîtin û axaftina bi telefonê û dadgehan didomînin.

Girtî têne îzolekirin
Yaviç diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê giran bûye û hem hiqûqa navxweyî hem jî hiqûqa navneteweyî esas nayê girtin û got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê ji salên 90'î û vir ve polîtîkaya tecrîdê gav bi gav giran dibe. Bi taybet bi girtîgehên Tîpa F û Ewlehiya Bilind re û bi girtîgehên Tîpa S ên vê dawiyê hatin çêkirin, girtî tên îzolekirin. Tecrîda mutleq tê pêkanîn." 

Em fikara tendiristiya wan dikin  
Yaviç bal kişand ku rewşa li girtîgehan bandoreke neyînî li tenduristiya girtiyên nexweş dike û got: "Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş ên giran hene. Neşopandina pêvajoya dermankirina girtiyên nexweş, wê bibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. A rast di pêş de wê ev boykot bibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. Bi sedan girtiyên nexweş yên ku divê bi awayekî rêkûpêk biçin nexweşxaneyê û bên kontrolkirin hene. Em ji ber tenduristiya girtiyan bi fikar in. Ji ber vê yekê divê gel û civaka navneteweyî li hemberî vê pêvajoyê hestiyar bin."

Divê her kes hesas be
Yaviç diyar kir  divê demildest tecrîd bê rakirin û got ku ji bo daxwazên girtiyan pêk bê ew pêvajoyê dişopînin. Yaviç got: "Daxwazên girtiyan mafê herî bingehîn in ku di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de hene. Divê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em daxwaz dikin ku ev daxwaz pêk bên. Ya ku wê daxwazan qebûl bike Wezareta Dadê ye. Lê belê bi salan e çi bi başî û çi bi xirabî bersiva çalakiyên ji bo tecrîdê tên kirin nayên bersivandin. Girtîgehên Tirkiyeyê di sicîla Tirkiyeyê de veguherîne pirgsirêkeke kronîk. Raporên 'dikare di girtîgehê de bimîne' yên ATK'ê dbe sedem ku cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê hemû sazî û welatî di vî warî de hesas bin." MA/WAN