Ocalan: Divê em pêngava azadiyê radîkal bikin

În 20 Îlon 2024 - 15:45

  • Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Rozerîn Ocalan li ser pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku salekê li pey xwe dihêle axivî. 

Ocalan got,’’Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê polîtîkaya qirkirinê li Îmraliyê li dijî Rêberê me dimeşîne. Sîstema tecrîd qirkirinê ya ku li Îmraliyê dimeşîne karakterê mêtinger faşîst a sîstema modernîteya kapîtalîst a sedsala 21'ê bi şênberî radixe pêş çavan.’’
Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Rozerîn Ocalan derheqê salvegera Pêngava,’’Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ axivî, ku pêngavê 10’ê Cotmehê dest pê kiribû. Ocalan diyar kir bi pêngavê re mijara azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûye rojeve cidî, hêzeke zextê li ser rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê çêkiriye.

Bi pêngavê re tecrîd bûye rojeveke cidî
Ocalan got,’’Pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku par di 10'ê Cotmehê de destpê kir, salekê li pey xwe dihêle. Pêngava ku dostên me dan destpêkirin gerdûnî bû û zemîna wê yekê mezin kir ku paradîgmaya Rêberê me hîn bêhtir li nava mirovahiyê belav bibe. Gelan li gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo paradîgmaya modernîteya demokratîk û fikrên Rêbertî bi baldarî pêşwazî kirin û li tevahiya cîhanê piştgirî dan. Dema dawî fîlozofên li cîhanê navdar jî azadiya Rêbertî weke azadiya xwe pênase kirin ku vê yekê me dixe nava kelecanê. Her wiha li parçeyên Kurdistanê, li her qada ku gelê me lê ye gelê me bi xurtî xwedî li pêngavê derket ku ev pêvajo hîn jî dewam dike. Têrê neke jî di mijara azadiya fîzîkî ya Rêberê me de rojeveke cidî hate afirandin, lewma mirov dikare bibêje ku hêzeke zextê afirandiye û zorê dide desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê.’’

Azadiya Ocalan û jinan têkilî hev in
Di berdewama nirxandinê de Ocalan a ku ji ANF’ê re axivî têkiliya di navbeyna azadiya Rêber Ocalan û azadiya gel û jinan de destnîşan kir, diyar kir bandorê li hev dikin û got,’’. Eger em karibin tecrîda li ser Rêbertî bişikînin û azadiya wî misoger bikin, ev yek ji xwe wê bibe serxistina têkoşîn û misogerkirina azadiya gel û jinê. Heta ku Rêbertî azad nebe gelê Kurd azad nabe, bi navê Kurdîtiyê ti destketî bi dest nakevin û têkoşîn bi ser nakeve.’’

Pêngav dikare tecrîdê bişkîne
Di berdewama nirxandinê de Ocalan anî zimên têkoşîna li dora berxwedana Rêber Ocalan di asta navnetewî de ye û got,’’Ji ber vê jî pêngava me ya azadiyê ya 10'ê Cotmeha 2023'an li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê hate destpêkirin, bi derengî jî be pêngaveke ku dikare tecrîdê bişikîne. Ji aliyekî ve têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê meşandin, li aliyê din jî hêvî û kelecana mezin a pêşwazîkirina paradîgmaya Rêbertî li nava gelan, mîna mizgîniya şoreşa navneteweyî divê bê dîtin. Wergerandina parêznameyên Rêbertî û belavkirina wan li qada navneteweyî, li nava gelan wezîfeyeke derengmayî jî be xwedî roleke girîng e.’’

Xelaka azadiyê divê were avakirin
Ocalan diyar kir divê li dora paradigmaya Ocalan,’’Xelaka azadiyê’’ were avakirin û got,’’Ev yek ji bo me rexnedayina wezîfeya derengketî ye. Bêguman pêngava ku kelecaneke mezin da me, peyama wê ya herî mezin a ji bo me mezinkirina berxwedan û têkoşîna rêxistinbûnê ya li her deverê ye.’’

Tecrîd karakterê pergalê nîşan dide
Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Rozerîn Ocalan bi domdarî got,’’Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê polîtîkaya qirkirinê li Îmraliyê li dijî Rêberê me dimeşîne. Sîstema tecrîdê û qirkirinê ya ku li Îmraliyê dimeşîne karakterê mêtinger faşîst a sîstema modernîteya kapîtalîst a sedsala 21'ê bi şênberî radixe pêş çavan.’’

Îmralî eynika civakê ye
Ocalan destnîşan kir berxwedana Rêber Ocalan sînorên Îmraliyê derbas kiriye û got,’’Îmrali eynika hemû êrîşên li ser gelê Kurd, jinan û civakê ye. Rêberê me dîl tê girtin, bi her rêbazên şerê taybet teslîmiyet lê tê ferzkirin. Rêberê me li hemberî van êrîşan di asteke bilind de li ber xwe dide. Berxwedana wî ji Îmraliyê derbas kiriye, ji me re, ji gelê Kurdistanê re, ji dostên alîgirê demokrasî û azadiyê re, ji mirovahiyê re bûye çavkaniyeke mezin a hêzê û her kes azadiya xwe di azadiya Rêbertî de dibîne, lewma ev pêngav bênavber tê meşandin.’’

Divê em pengavê radîkal bikin
Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Rozerîn Ocalan herî dawî got,’’Gelekî girîng e ku em pêngavê bigihînin asteke hîn radîkal, girseyî, bi bandor û encamgirtinê. Ji bo vê jî li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî divê serhildan bê kirin, li hemberî her cûre êrîşên şerê taybet parastina civakî bê birêxistinkirin, bi vî rengî bersiv bê dayin ku ev yek wezîfeya bingehîn a me hemûyan a demê ye.’’ BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.