Komkujiya li Efrînê hate şermezarkirin

Pêncşem 19 Îlon 2024 - 15:45

Bi pêşengiya PYD’ê û Komîteya Piştevaniya ya bi Rojava re ya Swîsreyê ve li qada Werdmuhle li Zûrîhê ya Swîsreyê komkujiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundê Kaxirê ya navçeya Mabeta ya Efrînê bi tevlêbûna gelek kesan, bi dirûşmên ‘’Bijî Berxwedana Efrînê’’ hate şermezarkirin.

Bi pêşengiya PYD’ê û Komîteya Piştevaniya ya bi Rojava re ya Swîsreyê ve li qada Werdmuhle li Zûrîhê ya Swîsreyê komkujiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundê Kaxirê ya navçeya Mabeta ya Efrînê bi tevlêbûna gelek kesan, bi dirûşmên ‘’Bijî Berxwedana Efrînê’’ hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de sûcên şer ên dewleta Tirk hatin teşhîrkirin.

Tirk sûcê şer dikin
Li ser navê Komîteya Piştevaniya ya bi Rojava re ya Swîsreyê Cîger Efrîn bi bîr xist ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên ku dagir kirine li dijî jin, zarok, sivîl, girtiyan sûcên şer dikin, herêmê bi darê zorê didin valakirin, destdirêjiyê li jinan dikin. Efrîn bêdengiya qada navnetewî ya li bara sûcên şer ên Tirk şermezar kir û xwest ku terora Tirk were sekinandin.

Civaka navnetewî divê helwestê nîşan bide
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li dijî mafên mirovan bi bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî tê kirin û ev bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin: “Divê rêxistinên mafên mirovan û alîkariya mirovî ji bo şermezarkirina van sûcan helwesteke cidî raber bike. Civaka navneteweyî divê tavile mudaxeleyî van sûcan bike û zextê li Tirkiyeyê bike ku êrîş û binpêkirinên xwe berde. Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û welatên ku li herêmê bi aştî û aramiya herêmê re eleqeder dibin dikin ku ji bo jê vegerandina van sûcan, hesabdayîna kujeran, bidawîkirina dagirkeriyê û ji bo xelkê xwecîhî ya Efrînê vegerin ser xaka xwe gavên şenber û lezgîn biavêjin.”

Êrîş bire ser sivîlan
Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Zozan Derîk têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Kaxirê agahî da. Zozan Derîk îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin nîşan da û wiha got: “Dewleta Tirk li gundê Kaxirê bêyî ku bibêje jin, kalepîr û zarok êrîş bire ser sivîlan. Di vê êrîşê de 4 kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn. Bi sepandinên qedexeya derketina derve û qutkirina înternetê têkiliya bi herêmê re hatiye qutkirin. Birîndar hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.’’ ANF/ZURÎH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.