- Siyasetmedar Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata ên ku piştî salên dirêj ên girtîgehê hatin berdan, peyama têkoşînê dan. Kişanak got,’’Hewcehiya me bi azaadiyê heye, ne bi tehliyeyê.’’ Tuncel û Ata jî bal birin ser tecrîda li ser Rêber Ocalan.
Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Ayşe Yagci, Meryem Adibellî û Ayla Akat Ata ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê tehliye bûn. Siyasetmedar li pêşiya girtîgehê ji hêla gelek kesan ve bi tililî, çepik û çîçekan hatin pêşwazîkirin. Siyasetmedar tevî girseya ew pêşwazî kirin derbasî Navenda Giştî ya DEM Partiyê bûn.
Me şerm kir
Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel li vir axivîn.
Ata got hêviya wan ew e ku siyaset bibe rêbaza çareserkirina pirsgirêkan û wiha domand: “Diviya dema em îro ji girtîgehê derdiketin hesta em dijîn şerm nebûya. Lê me şerm kir. Ji ber hevalên ku me li pey xwe hiştin me şerm kir. Diviya ew kesên hiqûq ne anîn wê girtîgehê şerm bikira lê me ji ber hevalên ku di girtîgehê de mayîn şerm kir. Lê yên ku ev şerm bi me dayîn jiyîn, di esasê xwe de sedema wê ne.”
Piştevaniya li Kurdan ceza kirin
Piştî Ata Sebahat Tuncel axivî.Tuncel got, “Cezakirina dozeke piştevaniyê ne ji hêla exlaqî ve ne jî ji hêla wijdanî û hiqûqî ve nayê qebûlkirin. Erê rast e em hatin tehliyekrin lê bi dehan sal li hevalên me hate birîn. Di esasê xwe de piştevaniya bi gelê Kurd re hate cezakirin. Bi vê yekê peyamê didin me. Di esasê xwe de di pirsgirêka Kurd de di şer de israr dikin. Hêj mudaxileyî qada siyaseta demokratîk dikin.
Hiqûq li bin lingan e
Tuncel bi domdarî got,’’Temamiya van mekanîzmayên darazê kengî xera bûn? Di sala 2015’an de piştî AKP’ê mase rakir xera bûn. Di pirsgirêka Kurd de hiqûq li bin lingan e. Qanûnên ji ber Kurdan ji holê rakirin niha li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne. Me wê demê jî hişyarî da û got ev meseleye ne tenê ya Kurdan e. Niha nîqaşên destûreke bingehîn a nû tên kirin. Gelo destûreke bingehîn a hebûn, ziman û çanda kurdan nas nake dê çawa bibe destûra bingehîn. Çi guherî. Qala asayîbûnê dikin. Ma tişta asayî cezakirina kurdan û sosyalîstan e? Heke tişta asayî ev be, em vê qebûl nakin.’’
Di şexsê Ocalan de civak tecrîdkirî ye
Tuncel herî dawî bal bire ser tecrîda li ser Rêber Ocalan got: ‘’Em dengê rêhevalên xwe yên di girtîgehê de bibihîsin. Divê em berxwedan û têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê watedar bikin. Ev ne tenê meseleya Kurdan e, meseleya Tirkiyeyê ye. Bi tecrîda li Îmraliyê re di esasê xwe de aştiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin. Tişta ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê kirin tam jî ev e. Ji roja di sala 2015’an de mase hatî belavkirin heta niha li rewşa Tirkiyeyê binêrin. Lewma li Îmraliyê tenê yek kes nayê ragirtin. Di şexsê wî kesî de gelê Kurd, azadiya gelên Tirkiyeyê, azadî û aştî tê tecrîdkirin. Lewma divê em deng bidin girtîgehan.”
Kişanak: Em welatekî azad dixwazin
Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku
ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Tîpa F ya Kocaeliyê hatî berdan ji aliyê gelek kesan ve li ber girtîgehê bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hat pêşwazîkirin.
Kişanakê li ber girtîgehê axaftinek kir. Kişanakê got,“Mixabin ji doza Kobanê ya kumpasê biryareke ku kumpasê didomîne derket. Hevalên me negihiştin azadiya xwe. Ji ber vê em hemû dilşikestîne. Silavên Fîgenê hebûn. Hewcedariya me di esasê de ne bi tahliyeyê bi azadî û aştiyê heye. Em ê bi hev re têbikoşin û bi ser bikevin. Mijar ne tahliyebûne mijar afirandina hawireke ku pirsgirêkên welat tên çareserkirinê ye. Em dixwazin li welatekî ku jin, gel, bawerî, nasname û ziman lê azad in, bijîn. Ez ji bo gelan hemû jin û zarokan pêşerojek azad dixwazim.” MA