Jiyan a ku bi 26 salan ji mal derneketî: Sozeke min ji Rêbertî re heye

În 20 Îlon 2024 - 17:30

  • Nurettîn Demîrtaş di rojnameya me de di quncika xwe ya 11’ê Îlonê bal biribû ser jiyana Jiyan Abdullah û gotibû,’’Li Hesekê jineke zana ji 1999’an ve derneketiye derve. Xwezî me navê wê zanîbûya. Hêja ye ku mirov hîn bibe. Ji bo ku mirov 26 salan li malê bimîne divê mirov xwedî sebr û baweriyeke çawa be?’’

ZANA DENİZ-ŞİRİ ÇINAR 

Jiyan Abdullah jineke ji Hesekê ye ku ev 26 sal in ji bo Rêber Abdullah Ocalan derneketî derve. Jiyan, 15’ê Sibata 1999’an dema ku 20 salî bû soz da ku gelê Kurd û Rêbertî ku heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk neye ew ê ji mal dernekeve.
Rêber Ocalan ji bo gelên ku li Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Rojava de dijîn fîgûrekî zehf girîng e, xasma jî piştî 1978’an rêwîtiya Rojava a Ocalan a ku li Kobanê dest pê kirî, ji kûr ve tesîr li ser gelên herêmê kir. Zarokên wê demê îro mil dane têkoşîna Ocalan û niha ji bo azadiya wî têdikoşin.

Jiyan Abdullah jî yek ji wan zarokan e. Jiyan sala 1978’an li gundê Cuxa ya bi ser Hesekê ve çêdibe, eşîra Gabara ye û li nav malbateke welatparêz mezin dibe. Jiyan piştî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêber Ocalan ku wê deme 20 salî ye, wê rojê soz dide ku ew ê nema ji malê derkeve.

Li taxa Salihiyê ya Hesekê li qada pêşî ya avahiya apê wê Ebû Ciwan, li maleke biçûk a du odeyî jiyana ku li gel dê û xwîşka xwe dijî li ber dêrî pêşwazî li me kir û hema bi dest xwe re em birin odeya bi wêneyên Ocalan mişt, ji ber zêdebûna wêneyan ji mirov weye ku mirov çûye mûzeyekê; li her derê berdax, qalikê mifyeyan û eşyayên diyariyê..Her tişt bi wêneyên Ocalan û şehîdan hatiye xemilandin.

Jiyana xwe û Ocalan kiriye yek

Jiyan têkilî navê xwe dibêje wê ji bo ku jiyana xwe bi ya Rêber Abdullah Ocalan re kiriye navê xwe ‘’Jiyan Abdulah’’ daniye.

Car pêşî wêneyê Ocalan dît
Jiyan li nav malbateke qelebalix weke zaroka sêyan tê dinyayê, ji ber qezaya ku di zaroktî de kirî nema dikare xwendina xwe ya dibistanê bidomîne. Jiyan dibêje cara pêşî 1988’an navê Tevgera Azadiyê û Ocalan dibihîse û didomîne:’’1988’an bavê min dostê tevgerê bû. Wê demê em zarok bûn. Bavê min henek bi min dikir. Digot,’’Bavê te bûye Apocî.’’ Ez jî zarok bûm û min nizanîbû min digot,’’Apocî çiye apo?’’ Cara pêşî sala 1992’an min rûyê Rêbertî dît. Hevalan wêneyê Rêber Apo dabûne bavê min. Bavê min jî ew wêne da min. Wê demê, çaxê ku ez 12 salî bûm min Rêbertî nas kir. Li akademiya Libnanê, li nav gel û du destê xwe rakirine…Hê jî wî wêneyî vedişêrim.’’

‘‘Melim hatiye girtin’’

Jiyan dibêje 15’ê Sibatê jiyana wê tarî bûye û wiha didomîne: ‘’Telefonek ji bavê min re hat; wê deme li nav xebatan bû. Yê li ser telefonê got,’’mielm hatiye girtin.’’ Me bi dest xwe re fêhm kir ku tiştek bi serê Rêbertî hatiye. Bi bêdengî em li hêviyê man ku roj bihile. Me nema dizanîbû ku çi bikin. Ti his û deng ji kesî nedihat. Wê demê çalakiyên curbecur hatin kirin. Çalakiyên xweşewitandinê yên fedayî, ên ku tevlî nav gerîla dibûn, ên ku kincên reş li xwe dikirin…Her kesek li gorî derfetên xwe tiştek dikir. Wê demê  birayê min ê ji min biçûktir û kurapê min şehîd Hemza soz dan û tevlî nav gerîla bûn. Ji ber tendiristiya xwe min nekarî tevlî nav refên gerîla bibim. Birayê min ê mezin tevlî koma muzîkê bû. Min jî soz da Rêbertî, min di vê malê de xwe kire zindanê.’’

Azadiya me azadiya Ocalan e
 
Jiyan anî zimên heta ku Rêber Ocalan azad bibe ew ê vê çalakiya xwe bidomîne û diyar kir fizîkî ya Rêber Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê girîng e. Jiyan herî dawî got,’’Azadiya me têkilî azadiya Rêbertî ye. Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li ser Rêbertî dike ku pirsgirêk çareser nabin. Krîzên li Rojhilata Navîn têkilî tecrîdê de ne.’’ Jiyan her wiha xwest ku Kurd dilsozê Rêbertiya xwe û şehîdan bin, Rêbertiya xwe tenê nehêlin û dema wê ye ku Rêbertiya xwe azad bikin, çikû heta Ocalan azad nebe kesek azad nabe û divê ji bo Ocalan her tiştî bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.