- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku du Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê; Hebûn Pîro û Botan Osyan 15’ê Îlona 2024’an li eyaleta Amedê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de, bi fedayî şer kirine û şehîd bûne.
HPG’ê sersaxî da malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz û got,’’Hevrêyên me bêfikar û bi rengekî fedaî pêşengî ji têkoşîna me ya azadiyê re kirin, bi şehadeta xwe jî ferman dan me ku têkoşînê bi biryardarî bimeşînin û bilind bikin.’’
Derheqê gerîlayên şehîd HPG’ê got,’’Hevrêyên me Hebûn û Botan jî ku di bin fermandariya hevrêya me Şehîd Axîn Mûş de mil bi mil têkoşiyan, li eyaleta Amedê bûn hevrêyên me yên leheng ku pêşengî ji vê têkoşînê re kirin. Hevrêyê me Hebûn li paytexta welatê me Amedê ji dayik bû, bû xwedî nasname û şoreşger. Li heman xakê weke Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê şer kir, xwe gihand asta fermandariya herêmê û di her qonaxê de têkoşiya. Li Amedê weke fermandarê herêmê hemû berpirsyariyên xwe bêteredût bi cih anî. Hevrêyê me Botan jî navê herêma ku lê ji dayik bû û bi welatparêziyê bûye sembol navê Botanê li xwe kir. Bi karakterê xwe yê xurt û kesayetiya xwe ya bi hêz beşdarî nava têkoşîna azadiyê bû. Zext, astengî û zindanên dijminê qirker li pêşberî îradeya fedaî ya Apoyî ya hevrêyê me Botan bêçare man û nekarîn wî bisekinînin. Hevrêyê me Botan bi ruhê xwe yê azad berê xwe da çiyê, li eyaleta Amedê têkoşîna xwe bilind kir û bi fedakariya xwe bû mîna alekê. Di nava şert û mercên giran ê şer û pratîkê yên Bakur de bû xwedî tecrûbe û di têkoşîna azadiyê ya gelê me de hewl da berpirsyariyên xwe bi rengekî fedakar bi cih bîne. Herdu hevrêyên me bêfikar û bi rengekî fedaî pêşengî ji têkoşîna me ya azadiyê re kirin, bi şehadeta xwe jî ferman dan me ku têkoşînê bi biryardarî bimeşînin û bilind bikin. Em soz didin ku vê fermana hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bînin, tola wan hilînin û armancên wan teqez bi ser bixînin.
Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.’’
HPG’ê derheqê gerîlayan ev agahî jî dan:’’Piştî ku kekê wî hevrêyê me Hebûn Pîro - Yûsûf Taş sala 2007'an li Şemzînanê şehîd bû, vê yekê biryardariya wî ya ji bo têkoşînê zêde kir. Hevrêyê me Hebûn ku di nava karên ciwanên şoreşger welatparêz de bû, ji bo têkoşîna xwe mezin bike û tola şehîdan hilîne sala 2013'an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me Botan ku bi lêhûrbûnên xurt a ku li zindanê jiyayî, xwe gihand biryardariya domandina têkoşîna xwe ya li çiyayan û li benda kêliya derketina ji zindanê bû ku tevlî gerîla bibe. Tevî hemû astengî û zextên dijmin jî hevrêyê me Botan ku sala 2019'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.’’
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Nasnav: Hebûn Pîro
Nav paşnav: Zirav Taş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Amîne-Selam
Nasnav: Botan Osyan
Nav paşnav: Fehmî Başkûrt
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Xemê-Tahîr
BEHDÎNAN