- Karayilan: Me soz da ku em ê destketiyên gelê Kurdistanê hemûyan biparêzin. Li pêş çavên me dijmin tê, dagir dike, rê çêdike û bi rengekî mayinde bi cih dibe. Em li dijî vê şer dikin, em destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê diparêzin.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan li ser salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê peyamek weşand û got, "Ji ber ku em li Bakurê Kurdistanê şer dikin, li Heftanîn, Xakurkê û Zapê şer diqewime. Me soz da ku em ê destketiyên gelê Kurdistanê hemûyan biparêzin, em ê biparêzin. Li pêş çavên me dijmin tê, dagir dike, rê çêdike û bi rengekî mayinde bi cih dibe. Em li dijî vê şer dikin, em destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Başûrê Kurdistanê, xaka Iraqê diparêzin."
Mûrat Karayilan got, "Di 11'ê Tebaxê de li qada Bradostê li dijî hêzên ewlekariyê yên artêşa Iraqê êrieşek hovane pêk hat. Di vê êrişê de fermandarê me hevrêyê me yê hêja Egîd Garzan (Mûrat Kalko) şehîd bû. Hevrê Egîd Garzan 28 salan li çiyayên Kurdistanê ji bo gelê xwe li gelek deveran têkoşiya, şer kir, heta niha çar caran birîndar bû û kedeke mezin da. Di heman demê de di vê êrişê de fermandarê artêşa Iraqê Zubeyr Halî jî şehîd bû. Ji fermandarên hêja yên artêşa Iraqê Mihemmed Reşîd jî şehîd bû. Di heman êrişê de du leşkerên artêşa Iraqê jî birîndar bûn. Em sersaxiyê ji malbatên her sê fermandaran re, ji gelên Kurdistan û Iraqê re, ji rêveberên dewleta Iraqê re dixwazin.
Êriş yekser li dijî artêşa Iraqê bû
Ev êriş li dijî artêşa Iraqê hate kirin. Artêşa Iraqê bang li hevalên me kir û dema ku li gel wan bû, dema ku di heman wesayitê de bûn êriş hate kirin. Ev êriş yekser li dijî artêşa Iraqê hate kirin. Wesayitên ku bûn hedefa êrişê wesayitên fermî yên artêşa Iraqê bûn.
Rêveberên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê gelek caran gotin, 'PKK'ê û dewleta Tirk şerê xwe anîne nava Başûrê Kurdistanê'. Niha li vir ti şer nîne; hevdîtinek tê kirin û piştre jî êriş tê kirin. Gotinên bi vî rengî rast nînin. Her wiha dibêjin, 'PKK diçe ser sînor, li dijî artêşa Tirk çalakiyan dike û direve Başûr'. Tiştekî bi vî rengî teqez nîne. 3-4 salên dawî artêşa Tirk a dagirker dixwaze xaka Başûr gav bi gav dagir bike. Yanî me şer neanîn vê derê, wan anî. Êriş dikin û gelek deveran dagir dikin.
Berxwedana parastinê
Ji ber ku em li Bakurê Kurdistanê şer dikin, li Heftanîn, Xakurkê û Zê şer diqewime. Me soz dan ku em ê destketiyên gelê Kurdistanê hemûyan biparêzin, em ê biparêzin. Li pêş çavên me dijmin tê dagir dike, rê çêdike û bi rengekî mayinde bi cih dibe. Em li dijî vê şer dikin, em destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Başûrê Kurdistanê, xaka Iraqê diparêzin.
Eger li Heftanînê li dijî dagirkeriya Tirk 2 mehan şer nehatibûya kirin, niha pirraniya herêmên sînor dagir kiribûn. Berxwedan berxwedana parastinê ye, rewa ye.
Pêngava 15'ê Tebaxê li Bakurê Kurdistanê pêşî li tinebûna gelê Kurd anî, hebûna gelê Kurd destnîşan kir. Dagirkeriya Tirk dixwest gelê me îmha bike, Kurdistanê bike navenda paşverûtiyê. Lê belê 15'ê Tebaxê Kurdistan kir navenda têkoşîna azadiyê, demokrasiyê û jinên azad.
Li pêşberî gerîla têk çûne
Dagirkeriya Tirk beriya niha bi 6 salan bi piştgiriya Gladyoya NATO'yê teknolojiya şer bi dest xist. Bi taybetî piştî ku balafirên bêmirov ên biçek bi dest xistin, got 'Temam e, ez ê bi vê yekê gerîla tasfiye bikim'. Eger bê bîra we, gotin 'heta filan demê em ê dawî li wan bînin' û demeke diyar kirin.
Encam ev e: Nekarîn bi ser bikevin, têk çûn. Ji ber vê yekê di nava sîstema faşîst a AKP-MHP'ê de kaos heye, krîz giran bûye.
2 meh in li Heftanînê berxwedan heye. Balafirên bêmirov ên bi çek ku wan weke efsane didîtin, li Heftanînê têk çûn. Hêzên wan hemû li wir asê man û niha şer heye. Em ji gelê xwe, bi taybetî jî ji gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Ereb û Iraqê dixwazin ku piştgiriyê bidin me. Em bi biryar in ku dijmin têk bibin. Me li Heftanînê ew gêj kir, eger bên Zêyê em ê wan bixin binê axê. Ev gotinên min ji rêzê nînin. Tecrûbeyeke me ya 36 salan heye. Em baş zanin ku teknîka wan pûç bikin, bi rêbaz, taktîk û teknîkê şerê li bejahî dewlemend bikin, em baş zanin ku li binê erdê bi tunelan çawa şer bikin û bi ser bikevin.
Di sala 37'an de wê têkoşîna me germtir bibe, Egîdên têkoşînê wê di rêya Pêngava 15'ê Tebaxê de xwe modern bikin, xwe bikin hêza serketinê. Em şehîdên xwe yên leheng, ji Egîdê destpêkê heta Egîdên dawî hemûyan, Şehîd Zekî Şengalî, Erdalan, Atakan Mahîran di şexsê wan de şehîdên Tebaxê û şehîdên me yên şoreşê hemûyan bi bîr tînin, li ser vê bingehê careke din Cejna me ya Vejînê pîroz dikin, ji dil ji her kesî re serketinê dixwazin û dibêjin, 'Bijî 15'ê Tebaxê' û 'Bijî Serok Apo'."
BEHDÎNAN