- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û gelan daxuyanî da û got: “Di 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê de em dakevin qadan.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi sernavê “Di sala 23’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku komplo li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hatiye kirin û şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ di serî de şehîdên li dijî komployê têkoşiyan hemûyan bi bîr tîne.
Hin beşên ji daxuyaniyê weha ne:
“Armanca komployê bû ku Rêbertiya me dîl bigire û Tevgera Azadiyê tesfiye bike. Kuştin û darvekirina Rêber Apo jî hatibû plankirin. Lê bi saya berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û xwedîderketina gelê me, ev plan pêk nehatin. Wezîra Karê Derve ya DYE’yê ya wê demê Madeleîne Albrîgh ji bo xwedîlêderketina li Rêber Apo gotibû ‘Me evqas texmîn nedikir’. Ji ber ku xwedîderketineke wisa hate kirin ku di dîrokê de li ti pêşengan evqasî xwedî nehatibû derketin. Berxwedana li dijî komployê û şehîdên berxwedanê xeta têkoşînê afirandin. Jin û ciwan di serî de gelê me û gerîla 22 sal in li ser vê xetê bi xwebexşane li ber xwe didin.
Komploger îro qels in
Çawa ku di sala 1998’an de xwestin pêşiya Tevgera Azadiyê bi komploya navneteweyî bibirin îro jî li dijî Tevgera Azadiyê ya li ser paradîgmaya Rêber Apo têdikoşe, komployên nû çêdikin. Wekî duh îro jî DYE li pişt vê komployê ye. Dewleta Tirk a dagirker û nokeriya Kurdan dixwazin di nav şertên şerê cîhanê yê 3’emîn de sûdê ji vê polîtîakaya DYE werbigire û Tevgera Azadiyê tesfiye bike. Komploger îro qels in û li gorî sala 1998’an hevkarên wan jî hindik in. Tevgera Azadiyê bi saya hêza ku ji her çar parçeyên Kurdistanê werdigire û piştgiriya hêzên demokratîk ên navneteweyî îro li dijî komplogeran hêza têkoşînê bilind kiriye.
Îro bûyerên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê ji bo şikandin û têkbirina komplogeran avantaj û derfetên mezin dide Tevgera Azadiyê. Sala 23’an a têkoşîna li dijî komployê ji bo şikandina komployê wê bibe saleke xurt a têkoşînê. Bi saya pêngava me ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ ya ku me di sala 40’an a 12’ê Îlonê de dabû destpêkirin wê têkoşîneke xurt were dayin. Bi saya vê pêngavê wê Kurdistan azad bibe, Tirkiye demokrat bibe û li ser vî esasî wê Rojhilata Navîn a Demokratîk jî pêk were.
Em deriyê Îmraliyê bişkînin
Di sala 23’an a komployê de Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re 10’ê Cotmehê wekî Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê îlan kiriye. Ne bi tenê gelê Kurd, mirovayetî û hêzên demokrasiyê hemû dîlgirtina Rêber Apo qebûl nakin. Li ser vî esasî li dinyayê hemûyî xwedî li Rêber Apo tê derketin. Ji ber vê jî divê di 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê de mirovayetî û hêzên demokrasiyê rabin ser piyan. Em bang li mirovayetî, hêzên demokrasiyê, Kurdan û gelên Rojhilata Navîn hemûyan dikin ku 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê dakevin qadan û deriyên Îmraliyê bişkînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN