- Dûran Kalkan: Desthilatdarên Tirk her gava ku tengav dibin, zilmê li Îmraliyê, gerîla, Rojava û siyaseta demokratîk dikin. Gelekî ditirsin, lê bi kêr nayê. Ew ê hilweşin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a di Medya Haberê de got, ger çend kesên çepgir, sosyalîst, rewşenbîr, demokrat û hunermend mîna rojnamevan Merdan Yanardag helwêstê nîşan bidin, pergala rejîma Îmraliyê wê têk biçe.
Kalkan got, “Ji tirsa xwe ew girtin. Heger yek-du kesên din jî wiha biaxivin, ew ê pergala Îmraliyê hilweşînin. Nikarin wiha bidomînin. Ji ber ku bêhtir jê ditirsiyan, hewl dan Merdan Yanardag bi lez bêdeng bikin. Maneya vê jî ew e ku ew gelekî qels in. Heger bi hêz bûna, wan ê ev yek nekira. Ji ber ku qels in, zextê li Rêber Apo dikin. Her cara ku dixitimin yan jî têk diçin, dixwazin bi zextê temenê xwe dirêj bikin, lê bê feyde ye; ew ê têk biçin!”
Kalkan her wiha destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê û pergala qirker, divê têkoşîn bêhtir bi plan û rêxistinkirî were meşandin.
Ew xwe dixapînin
Kalkan di dewama nirxandinên xwe de got, “Tecrîd, ev 28 meh in, didome. Ne tenê tecrîd e; agahî tine. Sîstema Îmraliyê bi xwe sîstemeke tecrîdê ye, sîstemeke îzolasyonê ye, sîstema qirkirinê ye. Dibêjin, pirsgirêka Kurd bingehê wê ye, ew saziya sereke ya qirkirina Kurdan e. Ev nirxandinên rast in. Ti rêgezên hiqûqî nayên sepandin, hevdîtina ligel malbat û parêzeran tê astengkirin. Bêtêkilîbûneke mutleq heye. Ev 28 meh derbas bûn û dewam dike. Dibêjin, ‘em ê wisa bidomînin, wisa bidin ferzkirin; bi PKK’ê, gerîla û gelê Kurd wisa bidin qebûlkirin, bi jinan û ciwanan wisa bidin pejirandin. Hesab û hêviyên wiha dikin, lê ew xwe dixapînin.
Tekoşîn dîwaran hildiweşîne
Kalkan di dewamê de derbarê tekoşîna li dijî tecrîda mutleq de jî wiha axivî: “Ji bo çalakiyan bangawazî hatin kirin; Em jî tevlî wan bangawaziyan dibin. Divê mirov di jiyaneke asayî de nebin. Jiyaneke ji normalbûnê wêdetir, pêwîst e di nava têkoşînê de be. Helbet divê em têkoşînê di her alî de, li hundir û derve, siyasî û hiqûqî bidin meşandin. Têkoşîn dîwaran dişikîne, tecrîdê dişikîne, pergala qirkirinê hildiweşîne, faşîzmê têk dibe. Yanî zîhniyet û siyaseta qirker a faşîst tine dike, azadî û demokrasiyê misoger dike. Divê hûn ji vê yekê bawer bikin.
Divê herkes qala tecrîdê bike
Dûran Kalkan derbarê helwêsta Merdan Yanardag de jî got, “Lê pêwîst e, ev tişt jî bên zanîn: Merdan Yanardag bi lez hin rastî anî ziman. Ew girîng bû, em girîngî didinê. Li Îmraliyê tecrîd heye. Û ew pergal ne sîstemeke hiqûqî ye. Bela xwe ji hiqûqa Ewrûpayê vekin, heta hiqûqa Tirkiyeyê jî naxebite. Merdan Yanardag weke rewşenbîrekî ev rastî anî ziman. Ya rastî li Tirkiyeyê her kes vê rastiyê dibîne. Alîgirên AKP'ê jî, MHP'ê û CHP'ê jî dibînin. Hem sosyalîstên çepgir û hem jî Kurd dibînin. Lê herî zêde alîgirên AKP û MHP’ê dibînin. Ji ber ku ew vê pergalê dimeşînin. Lê xwe li korbûnê datînin. Bi zanebûn vê yekê dikin û dixwazin pergaleke wiha bidomînin. Merdan Yanardag di halekî wiha de derket meydanê û got, ‘Qral tazî ye´. Piştre qiyemet rabû. Rewşeke wisa hebû ku roja din ew bêyî pirs û dadgehkirinê xistin girtîgehê; gotin ‘tu çawa dikarî tiştekî wisa bibêjî’, wey alîgirê PKK’ê ye, wey ez nizanim çi ye! Weke xayîn nîşan dan. Dixwazin rewşeke wisa biafirînin, weke ku her cûre daxuyaniyên li ser Rêber Apo, krîmînalîze bikin û bikin hêmaneke sûc. Ji ber vê yekê, dixwazin van hemûyan sûcdar bikin û van êrişên qirker ên faşîst bidomînin. Rastiya meselê ev e. Wekî din, ti bingehê wan ê qanûnî tine. Divê parazvanên hiqûqî pergala Îmraliyê lêbikolin. Divê li derveyî welat jî û di hundir welat de jî vê bikin. Kesê ku li Tirkiyeyê dibêje, ez çepgir im, sosyalîst im, rewşenbîr im, demokrat im, hunermend im, divê karibe vê bibêje. Divê siyaseta demokratîk di asta herî jor de îfade bike. Ji ber ku ev pêdiviya demokrasiyê ye. Pîvana demokratîkbûna Tirkiyeyê meşandin û nemeşandina pergala li Îmraliyê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN