Divê rê li êrîşên Tirk were girtin

Duşem 23 Îlon 2024 - 15:50

  • Tevgera dagirker a Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi êrîş û bombebaranan didomin. Çavdêrên siyasî dijî vê tevgera dagirker nerazîbûn nîşan dan û gotin,’’Divê rêgirî li êrişên Tirk bê kirin û hikûmet helwesteke zelal nîşan bide. Em nizanin sedema vê tirsa rawestandina êrişên berdewam ên Tirkiyeyê, çiye.”

Piştî lihevkirina 15’ê Tebaxê ya di navbeyna Iraq-Tirkiyê û malbata Barzanî de û bi navê ‘’Peymana Ewlekariyê’’ peyman hate îmzekirin, tevgera dagirker a Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê berfirehtir bû û êrîş dijwartir bûn. Siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên ji lihevkirina Bexda-Enqere û Barzaniyan ne xweş in helwest nîşan dan.
Naveroka peymanê ne zelal e
Çavdêrê siyasî Muxtar Mûsewî anî ziman piştî lihevkirina leşkerî êrîşên Tirk ên li ser Iraqê zêdetir bûne û got,’’Em nizanin her du alî li ser çi li hev kirine û ew 9 bend çi ne ku hatine îmzakirin. Di hemû peymanên berê de ku bi welatên cîran re hatine îmzekirin de ev yek pêk nehatiye, naveroka her peymanekê zelal û eşkere bûn.”
Tirk ji rewşa cîhanê sûd werdigirin
Şîrovekarê siyasî Elî Mûsewî jî diyar kir dewleta Tirk ji şert û mercên cîhanê yên berdest sûd werdigire û got, “Tirkiye ji berê de bi quretiyê (ji xwe razîbûn) tê naskirin. Bi sudgirtina ji şert û mercên cîhanê êrişên xwe berfireh dike. Hinek aliyên Kurdî ji van êrişan sudmend bûn. Giringî nadin serweriya welat, tengê giringî didin berjewendiyên xwe. Divê rêgirî li êrişên Tirkiyê bê kirin û hikûmet helwesteke zelal nîşan bide. Em nizanin sedema vê tirsa rawestandina êrişên berdewam ên Tirkiyeyê, çiye.”
Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk bi qasî 40 kîlometreyan ketiye nav axa Herêma Kurdistanê û Iraqê, navend û baregehên nû ava kirine û niyeta wan a valakirinê nîne. Li gorî hemû yasayên navdewletî ev yek binpêkirina serweriya Iraqê ye. Lê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li şûna dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwest nîşan bidin, peyman û lihevkirina îmza dikin. ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.