• Stratejiya dewleta Tirk a firotina bêserûber a sîleh û teknoljiyên kuştinê li Efrîkayê, aramî û aştiyê li vê parzemînê bêhtir dixe tehlûkeyê. Heger ev stratejî ji bo sîstemîn sîlehan ên xweser jî dewam bike, ev ê bibe tehlûkeyek ji bo tevahiya dinyayê.
      

REWŞAN DENIZ
FRANKFURT

Sîlehên dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê yên li dijî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tên bikaranîn. Lê ji ber ku zêde serketî nînin, diyar e ku ew jê re nebûne reklameke baş. Piştî şerê Azerbaycanê li dijî Nagorno-Karabaxê di Îlon û Cotmeha 2020’an de, dewleta Tirk dest pê kir ku gelek sîleh û nexasim jî dron firotin her aliyê dinyayê. Mişteriyên wê jî nexasim welatên Efrîkî ne. 

Dewleta Tirk nexasim jî dronên xwe yên bi sîleh weke, sîstemên sîlehan ên di şer de ceribandî dide nasîn û wan difiroşe. Meha bihurî serokkomarê Tirk Erdogan çûbû serdana Angolayê û Angola dewleta 29’an bû ku Erdogan diçû serdana wê. Serokdewletê Angolayê Joao Lourenco di vê serdanê de got, welatê wî dixwaze van sîlehan bi dest bixe. 

Erdogan di serdana Lourenco ya havînê de li Stenbolê di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de niyeta xwe venedişart û digot, ew amade ye çi alîkarî lazim be, bike: "Wezîrên me yên bergiriyê wê bipeyivin û em ê gavên pêwîst biavêjin." 

Di serdanên Erdogan de jî wezîrê şer ê dewleta Tirk Hulusi Akar amade bû, da ku peymanên firotina mekîneyên kuştinê, pêre pêre bi cih bên. 

Mafên mirovan ne xema wê ne

Yanî li vir helwêsta dewleta Tirk xasma NATO û cîranên weke Misrê aciz dike, lê ji bo wê ev bazarek e. Bazareke welê ku dewleta Tirk hazir e ji dronên bi sîleh, maşînên bi sîleh heta bi perwerdekarên xwe yên eskerî difiroşe. Ev e stratejiya wê. 

Tehlûkeyên ku ji bo aramiya li Efrîka û deverên din ên dinyayê ji ber vê firotana mirinê ya bêserûber, ne xema wê ne. 

Ji bo gelek dewletên Efrîkî yên ku rejîmên zextê ava kirine, ev stratejiya dewleta Tirk bi xêr û xweşî tê. Êdî ew ji bo kirrîna sîlehan ne mecbûrê Fransa û Çînê ne.   

Di nava çend mehên bihurî de Fasê, Tûnisê ji dewleta Tirk dron kirrîn. Etyopyayê jî doza kirrîna wan kir. Nîjeryayê jî fermî da zanîn ku ew dixwaze dronan ji Tirkiyeyê bikire. 
Analîstekî Tirk ê şer, Arda Mevlutoglu îdîa kir ku Somalî, Ruwanda, Nîjer, Malî û Mozambîk jî ji wan welatan in ku dibe ku dronên bi sîleh ji dewleta Tirk bikirin. 
Tirkiye bi her halî sîlehan difiroşe û ne xema wê ye ka ev sîleh mafê mirovan, hiqûqa navneteweyî wê binpê bikin yan na. 

Teknolojiya kuştina xweser 

Dewleta Tirk ji bilî dronan, li ser bipêşxistina sîstemên sîlehan ên xweser jî dixebite. Ev sîstemên sîlehan dikarin bêyê ku mirovek wan kontrol bike, tesbît bikin (mesela bi bernameyên naskirina rûyan), bikin hedef û êrişî hedefê bikin. Dewleta Tirk çawa ku heta îro hiqûqa navneteweyî ya insanî binpê kir, wê bi van sîlehan jî vê yekê dewam bike. Lê ya ji vê jî bi tehlûketir, stratejiya wê ya firotina sîllehan e ku me li jor behsa wê kir. Heger bi vê stratejiyê sîstemên sîlehan ên xweser bi kar bîne û bifiroşe, ev ê bibe tehlûkeyeke gelekî mezin ji bo dinyayê hemûyî.

Robotên kujer bisekinînin!

Amnesty International û kampanyaya kurewî "Stop Killer Robots" filtreya medya dijîtal a bi navê "Escape the Scan (Xwe ji scanê xilas bike)" bi pêş xistin. Armanca fîltreyê qanehkirina xelkê û siyasetvanan e ji bo qedexekirineke navneteweyî ya sîstemên sîlehan ên xweser. 
Halê hazir çend dewlet hene ku li ser sîstemên sîlehan ên otonom dixebitin û esas dinyayê ber bi senaryoyeke axir zemanê ve dibin. Lewma dron û sîstemên din ên sîlehan ên gelekî bipêşketî, dikarin bêyî ku kontrola mirovan li ser wan hebe hedefan diyar bikin û êrişî wan hedefan bikin. 
Fîltreya "Escape the Scan" nîşan dide ka robotên kujer dikarin çi bikin. Ew ji bo Instagram û Facebookê darîçav dike ka tehlûkeyên pirr mezin ên sîstemên sîlehan ên xweser çi ne. Lewma niha ji bo şer, karê polês û kontrola li ser sînor, behsa van sîstema tê kirin û li ser wan minaqeşe hene. 
Sîstemên sîlehan ên xweser dikarin naskirina rû, senzorên tevgerê, tercîhên êriş û hedefê bêyî kontrola mirovî bikin. Û tevî tehlûkeyên pirr mezin jî dewletên mîna DYE, Çîn, Rûsya, Îsraîl, Koreya Başûr, Awusturalya, Hindistan, Tirkiye û Ingilistanê li ser bipêşxistina van sîsteman dixebitin. 
Pisporê çekdarîbûnê yê şaxê Amnesty International (Efûya Navneteweyî - AI) ê Elmanyayê, Mathias John dibêje, "Gava mirov bihêle mekîne li ser mirin û jiyanê bêyî kontrola mirovî biryarê bidin, ev êrişeke li dijî rûmeta mirovan; û bi vê re jî wê binpêkirinên pirr xirab ên mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî bidin der. Civaka dewletan a navneteweyî lazim e êdî muzakereyan bide destpêkirin ji bo peymaneke navneteweyî ya xurt û hiqûqî jî ferz, da ku bipêşxistin û belavkirina robotên kujer bisekinîne."
AI û Stop Killer Robotsê kampanyayeke îmzeyan dane destpêkirin û pê bang li tevahiya hikûmetan dikin da ku bixebitin ji bo muzakereyên peymaneke kurewî ya li dijî robotên kujer. 
Stop Killer Robots ji 180 rêxistinên ji 66 welatan pêk tê û ji bo qedexekirina sîstemên sîlehan ên xweser dixebite.