Parlamenterê Iraqê û Serkirdeyê Çarçoveya Hemahengî, Turkî Eletbî ji Rojnewsê re peyivî û behsa birrîn û talankirina daristanên Herêma Kurdistanê bi destê dewleta Tirk kir.

Turkî Eletbî da zanîn ku 3-4 hezar donim dibe ku hîn zêdetir be,daristanên çiyayên Herêma Kurdistanê, ji aliyê artêşa Tirk ve hatine birrîn û bi dehan kîlometreyan di kûrahiya Iraqê de ev pêvajo dewam dike û got, “Darên dibirrin, difiroşin şirketên xwe yên navxweyî û li beramberî wê bi milyonan dolar diçe xezîneya Enqerê. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin, tavilê li himberî birrîna darên Herêma Kurdistanê helwêstê nîşan bide.”

 

Difiroşe şirketên xwe

Turkî Eletbî destnîşan kir ku bi mehan e, bêyî ku di medyayê de rastî werin nîşandan, tevgereke berfireh a birrîna daran dewam dike: “Divê Wezareta Jîngeh û Çandiniyê ya Federal, li beramberî birrîna daristanên Kurdistanê xwedî helwêst be. Divê ew hewl bide bi rêyên platformên navneteweyî, vê pirsgirêka birrîna daran, bixe rojeva navneteweyî. Ya ku li çiyayên Kurdistanê tê kirin, gelek metirsîdar e. Ji ber ku tenê daristanan nabirre, wê gund jî wêran kirine.”

Ji bihara 2021´ê ve artêşa dewleta Tirk a dagirker, xweza û jîngeha Herêma Kurdistanê talan dike, daristanên wê dibirre. Dagirkeran bi hezaran dar li Herêma Kurdistanê birrîne û ji bo firotinê, wan dibe bajarên Tirkiyeyê.

Daristanên Bakur jî talan dike 

Ev talana xwezaya Kurdistanê li bakur jî dewam dike. Di tevgerên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên van salên dawî, qirkirina daristanên li herêmên Cûdî û Gabarê ketibûn rojevê.

Cerdevan di vê qirkirina xwezayê de şirîkê delweta Tirk in; bi destê wan li herêma Cûdî bi hezaran donim qada daristanê hat talankirin. 

Di dema tevgerên dagirkeriyê de daristan bi şewatan jî tê xwestin werin tunekirin. Herî dawî, gelek caran Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê dîmen û wêneyên darên li Cûdî û Gabarê hatine birrîn û li kamyonan hatine barkirin, weşandin. 

Xelkê piştî weşandina van dîmen û wêneyan nerazîbûna xwe ji talankirina daristanan nîşan da.  

Di Îlona bihurî de parêzvanên xwezayê, xwestin meşeke nerazîbûnê li dar bixin, lê polês û cendermeyên Tirk pêşî li vê meşê girtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN