Dewleta Tirk di şer de rêzê ji cenazeyan û mafê mirîveşartin û şîngirîdanê jî nagire. Ev 33 roj in ku 8 cenazeyên gerîlayên Kurdistanê hatine rawestandin û nadine malbatên wan.

Dewleta Tirk a dagirker, xirabiyeke mutleq li dijî gelê Kurd dike. Di xirabiya xwe de ew qaî bê teşe ye ku êşkencê li cenazeyan û li malbatên miriyan jî dike. Berê wê goristanên Kurdan gelek caran xira kirin, li Xerza 261 cenaze revandin û hîna jî gelek cenazeyên ciwanên Nisêbîn û Cizîrê nade malbatên wan. Niha jî ev 34 roj qediyan e ku 8 cenazeyên gerîlayên Kurdistanê li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. Halbûkî malbatan ji bo DNA’yê ji mêj xwîn daye û çi lazim be hatiye kirin, da ku malbat cenazeyên xwe karibin veşêrin û şîna xwe bikin. Şîlan Polat gerîlayeke YJA Starê ya ji Geverê ye. Ew di şer de şehîd bû. Parêzerê malbata Şîlan Polat, Necat Polat e. Ew dibêje, ev bi rojan e ku li benda encama DNA'yê ne: "Pêwîst bû ku malbat di warê fermî de bihatana agahdarkirin."
Ev dewleta hanê li şûna bi erkên xwe rabe, dixwaze êşê bi malbatan bide kişandin û ji bo wê jî hem cenazeyan teslîm nake ku malbat karibin miriyên xwe veşêrin û hem jî êşkenceyê li cenazeyan dike. Li Şirnexê niha bi giştî, cenazeyên 8 gerîlayên HPG û YJA Starê hene. Ev gerîla di şer de li çiyayên Gabar û Cûdî şehîd bûn. Ev 33 roj in cenazeyên wan li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin. Ev 33 roj in dewletêşêkencê li malbatan dike. Dewleta dagirker bi hinceta ku encamên testên DNA’yê eşkere nebûne, cenazeyan nade malbatan.

Malbatan agahdar nakin

Ji bo girtina mînakên DNA’yê destpêkê li midûriyeta polêsên Tirk îfadeyê malbata hat girtin. Heta niha ji malbata Şîlan Polat a ku ji navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê ye, 2 caran îfade hatiye girtin. Parezerê malbata Şîlan Polat, Necat Polat e. Ew dibêje, ji malbatê re heta niha tiştekî zelal nehatiye gotin. Ji kengî ve, û halê hazir rewş çi ye, ew wiha rave dike: "Di 2'yê Cotmehê de, ji malbatê re gotine, cenazeyê zaroka wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ye. Di 5 Cotmehê de, malbat çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û ji bo testa DNA'yê xwîn daye. Ji wê rojê ve heta niha ti tişt ji malbatan re nehatiye gotin. Me roja duşemê derbarê mijarê de ji dozgeriyê pirsî bê ka encam çi ye. Lê dozgeriyê got, encamên testên DNA'yê hîna eşkere nebûne. Bêguman, di fermiyetê de ne xuyaye ku cenaze yê me ye yan na. Ango ji bendemayînê pêvtir, çareyeke me tine ye. Heta ku encama testên DNA'yê dernekevin holê, em nikarîn tiştekî bikin. Lê pêwîst bû ku em di warê fermî de bihatana agahdarkirin. Di vê çarçoveyê de, dikarin daxuyaniyeke fermî bidan. Malbat bixwaze, em ê pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopînin."
Yanî dewlet ne tenê cenazeyan teslîm nake, di heman demê de ti agahiyan nade malbatan û êşa wan çencarî dike.

ŞIRNEX