• Ji ber barana zêde ya li eyaleta Hidalgoyê avê da ser nexweşxaneyekê. Ji nexweşên li nexweşxaneyê 17’an jiyana xwe ji dest da.

Li Meksîkayê li eyaleta paytext Meksîkoyê û eyaleta Hîdalgoyê lehî rabû û gelek kes mirin. 

Ji ber barana zêde li gelek herêmên Meksîkayê lehî rabû.

Li banliyoyên bakur ên paytext Meksîkoyê 2 kes, li eyaleta Hidalgoyê 17 kes û li Ecatepecê jî 6 kes mirin.

Ji ber barana zêde ya li eyaleta Hidalgoyê avê da ser nexweşxaneyekê. Ji nexweşên li nexweşxaneyê 17’an jiyana xwe ji dest da.

Waliyê eyaletê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, ji ber barana zêde çemê Tulayê bi ser ve çûye û avê daye ser nexweşxaneyê. n NAVENDA

NÛÇEYAN