Fermandara YJA Starê Zîn Avesta ya ku li Dêrsimê şehîd bûbû, li Darmstadtê hate bibîranîn û rojbûna wê hate pîrozkirin.
Li ser navê malbata şehîd Avesta birayê wê M. Emîn Ozdemir axivî.
Ozdemîr got; “Dê û bavê min û ya heval Zîn yek e, lê heval Zîn keça gelê Kurd e. Rêber Apo di serî de bila serê hemû hevalan û yê gelê Kurd sax be.”
Li ser navê KOMAW’ê jî hate diyarkirin ku ew di şexsê Zîn Avesta de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê jî hate diyarkirin ku li Tirkiye û dinyayê tecawizî zarokên keç tê kirin û jin tê qetilkirin, divê têkoşîna li hemberî vî tiştî were geşkirin.
Piştî axaftinan pasteya rojbûna Zin Avesta hate jêkirin. Di bibîranînê de sînevîzyon jî hate nîşandan.

ANF/DARMSTADT