Zaroka 13 salî xwe şewitand

Duşem 30 Tebax 2021 - 02:43

Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê malbata zaroka 13 salî Roşenek Hesen Elîlû hewl da bi zorê wê bide zewicandin. Wê bi malbata xwe nekarî, û xwe şewitand. Roşenek di encamê de canê xwe ji dest da. Bûyer li navçeya Kotol a bajarê Xoyê qewimî.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) malbata Roşenek xwest wê bi zorê bide zewicandin. Ji bêzariyê Roşenek jî agir bera canê xwe da. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.