Ya li pêş wê dersa Kurdî be

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 27 Tebax 2020 - 23:00

Li bajarê Elmanyayê Herfordê di hilbijartinên şaredariyê de ji bo meclîsa biyaniyan 2 namzetên Kurd ên Êzîdî jî hene. Ciwan dibêjin ew di lîsteyekê de ne ku gelek nasnameyên cihê tîne cem hev. Ew dibêjin, li Herfordê qederê 5 hezar Kurd hene û mijara ku ew ê li pêş bigirin wê bibe organîzekirina dersên Kurdî li dibistanan.
Lîsteya ji 5 kesan a "Tifaqa Kurd ji bo Întegrasyon û Pirrengiyê: Ji bo Herfordeke hevpar" du namzetên Êzîdî jî hene: Erdal Ekinci û Nazım Acar. Namzetan bang li Kurdistaniyan kir da ku dengê xwe roja hilbijartinê bidin. Namzetan diyar kir ku pêvajoya dengdanê dest pê kiriye. Kurdistaniyên ku pûsûlaya dengdanê wergirtine dikarin heta 10´ê Îlonê her pêncşem li şaredariya herfordê saet ji 16:30´î heta 17:30´î dengê xwe bidin.
Namzet dibêjin, weke lîste ew ê guh bidin miletê xwe û siyaseta xwe bikin. Ew dibêjin, niha li dibistanekê dersên Kurdî tên dayîn û armanca wan ew e ku li dibistanên din ên bajêr jî dersa Kurdî bê dayîn. Namzet wekî din dixwazin tesîra DÎTÎB´ê di Meclîsa Biyaniyan de kêm bikin.

MURAT MANG/HERFORD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.