Yekîtiya Ewrûpî ya Xwendekarên Cihû (EUJS) dawiya hefteya bihurî di ser platformên dîjîtal re kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de delegeyan pêşnûmaya piştgiriya bi Kurdistanê erê kir û kir biryar. 

Di sedemên biryarê de hat gotin, Kurdan li dijî DAIŞ´ê şer kiriye, li Şengalê Êzîdî parastine, di nava 6 salan de bêhtirî 11 hezar şehîdên wan li dijî DAIŞ´ê û piştgirên wê çêbûne. Di nava sedeman xiyaneta welatên Rojava a 6´ê Cotmeha 2019’an hat bibîrxistin û hat gotin, hebûna Kurdan li rojava û Sûriyê di tehlûkeyê de ye. Weke sedem tehlûkeya qirkirina Kurdan û bêdengmana dinyayê jî nehatiye jibîrkirin. 

Ji ber van sedeman EUJS van tesbîtên li jêr dike:

* Em bawer dikin ku desteka yekser a ji bo hêzên xweparastinê yên Kurdan girîng e. 
* Faşîstên Tirk ji bo Kurd, Ermenî Suryaniyên li Tirkiye û dinyayê tehlûke ne.  

Biryarên piştgiriyê

Ji ber vê jî EUJS biryarên piştgiriyê dan yên ku em li jêr bi kurtî rave dikin:
* Naskirina rola miletê Kurd di têkoşîna li dijî DAIŞ´ê;
* Naskirina qirkirina Êzîdiyan li Şengalê;
* Bang li Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê bike, da ku bi rengê destûrê nede qirkirina Kurdan bombebarandina li Rojava û Başûrê Kurdistanê bide sekinandin;
* Xebata lobiyê wê bê kirin da ku hebûna eskerî ya Tirk li Rojav bê rawestandin û pişta mafê Kurdan ê diyarkirina çarenûsê bê girtin;
* Xebata lobiyê ji bo qedexekirina faşîstên Tirk;
* Piştgiriyê dide miletê Kurd û mafê Xweseriya Demokratîk û diyarkirina çarenûsê ya miletê Kurd.

FRANKFURT