Kurdistaniyên li Ewrûpayê di serî de li gelek bajarên Elmanyayê li gelek welatên Ewrûpayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî pêk anîn û ji PDKʼê xwestin bi dewleta Tirk re hevkariyê neke.

Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê, Kurdistaniyan bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê şermezar kirin. Çalakî bi banga Meclîsa Jinê li ber Europagaleri pêk hat.

Li bajarê Mannheîmê jî êrişên dewleta Tirk hatin protestokirin. Di çalakiya li Mannheîmê de tevî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê yên li Mexmûrê hatin protestokirin. Berxwedana gerîlayan jî hate silavkirin.

Li Frankfûrt û Hamburgê jî kurdistanî kom bûn û meşiyan. Sloganên weke “terorîst Erdogan û jin jiyan azadî” gotin.  

Li Freîbûrgê Kurd û dostên wan li dijî dagirkerî û tecrîdê li qadê bûn. Di çalakiya li Freiburgê de tecrîdkirina Rêber Apo hat şermezarkirin û slogana “bimre xiyanet” hat gotin.

Li bajarê Stûttgartê jî dagirkerî û xiyanet hate protestokirin. Li Stûttgartê bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê çalakî hate kirin. 

Kurdistaniyên li bajarên Swêdê bi rêzeçalakiyan êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha li bajarê Vesteras jî li meydana Sigmatorget a navenda bajêr Kurdistaniyan êrişên dewleta Tirk û helwêsta PDK'ê ya di xizmeta dagirkeriya Tirk de şermezar kirin.
Kurdên li Fînlandiyayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li paytext Helsînkiyê bi çalakiyekê şermezar kirin. 

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn. 

Li bajarê Lorîentê yê Fransayê êrişên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hate protestokirin.

NAVENDA NÛÇEYAN