• Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh sibehê dest bi konferansa xwe kir.

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh sibehê dest bi konferansa xwe kir.

Nûnerên partiyên siyasî, Kongra Star, Meclîsa Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundurîn-Jin, YPJ, Meclisa Malbatên Şehîdan, endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, endamên Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Ermenî, Meclîsa Girê Spî, Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Weqfa Efrînê ya Civakî, Jinên Idlib El-Xedra, mêvanên ji herêma Firatê, kantona Şehbayê û Reqayê tev li konferansê bûn.

Konferanas li Hola Zana ya Qamişloyê bi rê ve çû.

Destpêka konferansê endama koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah axivî.

Asya Abdullah got, "Di dîroka mirovahiyê de her tim du xet hene û ew jî xeta berxwedanê û xeta înkar û xiyanetê ne. Li ser asta cîhanê û Rojhilata Navîn, em bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ne ku tim û daim hewl dide derban li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe. Ev êriş jî di serî de jinan dike hedef, da ku di şexsê jinan de civakê qir bike.”

Konferans yekîtiyê misoger dike

Asya Abdullah qetilkirina jinan weke qetilkirina jiyan û civakê bi nav kir û wiha peyivî: "Bi armanca dewamkirina jiyanê, jin bi pêşengiya jina azad û Tevgera Rizgariya Kurdistanê, li dijî her sûcî li ser xwe disekine."

Asya Abdullah di şexsê şehîd Hevrîn Xelef û yadê Aqîde de îşaret bi hêz û berxwedana jinan kir û got, "Lidarxistina konferansê yekitiya jinan û tevgerên jinan misoger dike, da ku li dijî gefên pê re rû bi rû dimînin, bisekinin. Divê ev konferans ji jinan re bibe platformek, da ku dengên xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker bilind bikin. Da ku herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û ambargoya li ser were rakirin, ev jî bi saya berxwedana me dê pêk were. Di dawiyê de em dubare soza xurttkirina xeta têkoşîn û berxwedanê nû dikin."

Destketî bi saya şehîdan in

Endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed jî got, “Ji destpêka şoreşê û heta niha jinan gelek zehmetî bihurandin û bi hezaran şehîd dan. Di encamê de bi saya van şehîdan destketiyên mezin bi dest xistin. Da ku bibin xwedî vîn û nasname ji ber ku beriya niha hatibû çewisandin, lê piştre pêşketin û li dijî desthilatê têkoşiyan. Li aliyekî din jî tevlîbûna jinan di qadên leşkerî re pirr girîng bû.”

Newroz Ehmed diyar kir ku kirinên dewleta Tirk a dagirker, dikevin çarçoveya sûcên şer, lê dîsa jî civaka navneteweyî bê deng e, ev jî dihêle hîn zêdetir sûc pêk werin û dagirkirina erda Sûriyê were rewakirin. 

Têkildarî sûcên artêşa Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, sînivîzyonek jî di dema konferansê de hate nîşandan.

Gava nûçeya me dihat amadekirin, Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikir. 

ANHA/QAMIŞLO