MUHAMMED KAYA
BERLÎN
Endamên komîsyonên dêplomasiyê yên FED-KURD û Meclîsa Jinê Dest-Danê li Berlînê bi Amîrê Îdarî yê Die Linke yê Parlamena Federal re rûniştin.
Meclîsa Jinan Dest-Danê û Federasyona Rojhilata Elmanyayê- FED-KURD´ê piştî ku kongreyên xwe li dar xistin, giraniya xebatên xwe dan xebatên dîplomasiyê. Wan biryar da ku bi nûnerên partiyên siyasî yên di parlamenê de hevdîtinan bikin. Wan got, li berlînê bêhtirî sed hezar Kurd hene û divê ev ne tenê weke hilbijêrên potansiyel bên dîtin, û li gorî hêza xwe ya birêxistinkirî di diyarkirina namzetên Kurd, Elewî û Êzîdî de dengê xwe bidin bihîstin. Biryar ew e ku ji bilî AfD´ê bi partiyên din hemûyan re hevdîtin bên kirin.
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya FED-KURD´ê Mehtap Erol û endma Komîteya Dest-Danê Niştiman Tarhan bi Amîrê Îdarî yê Partiya Çep (Die Linke) li meclîsa federal Jörg Schindler re peyivîn. Di hevdîtinê de hat xwestin ku di meseleya diyarkirina namzetên Kurd, Elewî, Êzîdî de li fikra hêzên wan ên rêxistinkirî bê pirsîn, û ew tenê weke hilbijêr neyên dîtin.
Mehtap Erol piştî civînê ji me re got, “Hevdîtin li ser daxwaza Jörg Schindler pêk hat. Gava mesele hilbijartin in, mixabin cihê fikaran e ka çima namzetên Kurdistanî di rêzên dawî yên lîsteyên namzetan de ne. Tevî ku em Kurd û sosyalîst di nav siyaseta Elmanyayê de xwe nêzî wê dibînin."
Erol got, di hevdîtinê de wan gotiye, ne Die Linke, ne jî partiyên din ên di parlamenê de nabe ku dengên kurdan weke dengên misoger bibînin, û wan gotiye alternatîfên wan hene. Wêî got, nexasim elaqedarî siyaseta diyarkirina namzetan de fikarên xwe ji Jörg Schindler re gotiye.
Bi ya Erol, Schindler “gelekî ji dil bû. Got, ew nikare li ser diyarkirina namzetan tiştekî bbêje, lê bi ti awayî ew Kurdan, Elewiyan û Êzîdiyan tenê weke hilbijêr nabînin.”
Piştî hevdîtinê biryar hatiye dayîn ku serê sê mehan carekê hevdîtin bên kirin.