AGÎT EREN / STUTTGART
Yek ji namezetên Kurd ên ku di hilbijartinên giştî yên Elmanyayê yên 26´ê Îlonê de namzeta parlamenertiyê ye ji Partiya Çep (Die Linke) li herêma Stuttgartl Aynur Karlikli ye. Karlikli ji sala 1982´yan ve li Stuttgartê dimîne. Ji bo wê mijarên mûçeyên malnişînan, mafên karker û karmendan, bihabûna kirêyan, û mafên penaberan muhim in.
Herçî ew mijar in ku Kurdan elaqedar dikin, Aynur Karikli nexasim li dijî firotina sîlehan e û dibêje, ”Firotina sîlehan a ji bo Tirkiyeyê, em ê bisekinînin. Di Destûra Bingehîn a Elman de qaîdeya, nefirotina sîlehan ber bi welatên şer li wan heyî, heye, Ev qaîde tê binpêkirin. Ji bo ku şerê 40 salan dewam dike bi aştiyê bi dawî bibe, ez ê hewl bidim.”