Turkmenistan û Avrasya’yê

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 5 Îlon 2023 - 00:05

Serokomarê Turkmenistanê Serdar Berdimuhamedov amadebûna welatê xwe ji bo destpêkirina korîdora transît a navneteweyî ji bo Îran, Iraq û Tirkiyê wekî beşek ji korîdora mezin a veguhestina navneteweyî ya Rojhilat-Rojava  ragihand. Li gorî Serokomarê Tirkmenan, ji ber rewşa xwe ya jeografî ya xweş, Tirkmenistan dibe yek ji navendên hevgirtina rêyên veguhestinê yên herêmî. Di nav avantajên welêt de gihîştina deryayê, başkirina rêhesin û binesaziyên din ên pispor û siyasetek çalak a ji bo kişandina veberhênanên mezin in.

Korîdora transît a Turkmenistanê ji bo sektora veguheztin û lojîstîkê ya Asyaya Navîn û Avrasyayê bi wateyek berfireh girîng e. Rawestandina rêyên kevneşopî ji bo peydakirina kelûpelan ji Rojhilat ber bi Rojava ve bi riya Rusya, Belarûs û Ukrayna lîstikvanên sereke yên herêmî teşwîq dike ku rêyên bazirganiyê yên alternatîf pêş bixin û welatên transît bi awayekî aktîf beşdarî înîsiyatîvên nû bibin. Ji ber ku pêşbaziya ji bo rêyên veguhestinê zêde dibe. Turkmenistan dixwaze di vê pêşbaziya rêwiyan de bibe lîstikvanek çalak.

Girêdana Turkmenistanê bi projeyên nû yên veguhastinê û lojîstîkê re dê rê bide dewletê ku veberhênerên biyanî bikişîne û bi vî rengî pêşveçûna navxweyî û çalakiya karsaziyê teşwîq bike. Bi giştî afirandina karên nû dê aboriya welêt vejîne. Ji bo Turkmenistanê ev yek pir girîng e, ji ber encamên neyînî yên ku hîn jî li komarê têne dîtin piştî yek ji mezintirîn qeyranên aborî û xwarinê yên vê dawiyê ji serxwebûna wê ve hin jî dewam dikin. Di heman demê de, çend faktor hene ku îhtîmal e ku entegrasyona tam a Turkmenistanê di projeyên veguhastin û lojîstîkê yên heyî û pêşerojê de sînordar bike.

Di destpêkê de di projeya Rojhilat-Rojava de, ne Rûsya û ne jî Îran di nav de cih negirtibûn. Bi rastî, ev sedemê sereke ye ku dibe ku ew fînansek têr ji sermayedarên mezin wernegire, di heman demê de xuya ye, erkê rêveberîya Turkmen ew e ku bala navneteweyî bikşîne ser vê "şaxê". Li gorî vê yekê, ji aliyê berjewendiyên Rûsyayê ve, tenê eger aliyê rûsî tê de beşdar bibe, ev proje dikare balkêş be.

Turkmenistan, ku di korîdorên transît ên navneteweyî de entegre bibe, dikare bibe girêka girîng a pergala veguheztinê ya Asyaya Navîn û bi vî rengî giraniya siyasî ya welat li herêma Asyaya Navîn zêde bike. Wekî din, statuya bêalî ya Turkmenistanê dihêle ku ew di navbera berjewendîyên din ên beşdarên pîşesazî yên nakok de manevra bike û bi vî rengî "li meydana şer" bimîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.