Li ser rewşa li Nîjerê û tesîra vê a siyaseta cîhanê pispor peyivîn.  

MUHSIN EL MISIRÎ/ANHA/QAHÎRE 

 

Koma "ECOWAS" ku ji serokên 15 welatên rojavayê Efrîqayê pêk tê, muhleta hefteyekê dabû artêşa Nîjerê da ku Bazom vegerîne cihê wî. Koma ECOWAS gef xwaribû ku eger Bazom venegere ser erka xwe, dibe destwerdana leşkerî bike. Meclisa leşkerî ya desthilatdar jî li Nîjerê qada hewayî ya Nîjerê girt û soza parastina welat da.

Tevî ku muhleta ECOWAS'ê roja Yekşemê 6'ê Tebaxê bi dawî bû jî, lê heta niha tu gav neavêtine. Lê metirsiyên navneteweyî hene ku aloziya leşkerî li Nîjerê zêdetir bibe ku ji welatên herî xizan ên cîhanê ye. Fransa destekê dide destwerdana leşkerî ya li Nîjerê, nemaze ku serokê Nîjerê Bazom hevalbendê dawîn ê Parîsê yê li rojavayê Efrîqayê ye. Me rewşa li Nîjerê û tesîra vê a siyaseta cîhanê ji pisporan pirsî.  

Lêkolînerê Tunisî Nîzar El Celîdî got vetoya xurt a Cezaîrê ya li dijî destwerdana leşkerî ya li Nîjerê dê nehêle guleyek were teqandin û wiha peyivî: ''Ji ber ku herêm mîna mayineke li ber teqînê ye û bi çirûskekê dê biteqe. Fransa li ser uranyumê dijî ku ji Nîjerê derdixe. Her wiha ji sedî 70 enerjiya ku Fransa ji Efrîqayê bi taybet ji Nîjerê derdixe, difiroşe cîhanê.

Parîsê ku bi dehan salan peravên Efrîqayê dagir kiribûn û dewlemeniya wê talan kiribû, niha li pêşberî gefa derketina ji herêmê re rû bi rû ye. Dewletên Efrîqayê êdî dan û standina bi Çîn û Rûsyayê re di ser dan û standinên bi rojava re ya bi zîhniyeta mêtingeriyê ya kevin nêzîk dibe, tercîh dike."

 

Cezaîr li ber radibe

Derbarê îhtîmala destwerdana leşkerî ya Fransa li Nîjerê de El Celîdî wiha pê de çû: "Teqandina her guleyekê dê mîna ragihandina şerekî cîhanî li herêmê be. Cîhan jî di dema heyî de nikare bandorên vî şerî tehmul bike. Lew re dê hêzên mezin destûr nedin ku destwerdana leşkerî çêbibe. Eger Koma ECOWAS'ê, NATO û Fransayê biryara destwerdana leşkerî bidin jî dê tevahî senaryoyên vê destwerdanê têk biçin. Wê nikaribin guleyekê jî biteqînin, nemaze dema destwerdan li Lîbya, Gambiya û Peravê Diranfîl (Cote d'Ivoire) kirin, têk çûn. Ji wê zêdetir Cezaîr li dijî her operasyoneke leşkerî li Nîjerê veto bi kar aniye. Her kes karînên leşkerî yên Cezaîrê dizanin. Cezaîr hevalbendekî rasterast ê Rûsyayê ye û her guleyek li herêmê were teqandin wê Cezaîr bi tevahî hêza bikeve tevgerê, ji ber ku Cezaîr di wê baweriyê de ku her rûdaneke li dijî herêmê, li Malî, Burkîna Faso û Nîjerê wekî hewldanek û planekê ji bo tengavkirina xwe dibîne, nemaze ku Cezaîr ji ber ku aloziya sînorî yên bi Lîbya, Fas û di dawiyê de bi Nîjerê re zehmetiyan dibîne.

Dewletên Efrîqayê jî destwerdanê nakin, ji ber dizanin ku li piraniya welatan pêkhateyeke eşîrî heye, her wiha dizanin ku komên terorîst hene û dikarin di her kêliyê de bilivin. Lewra dengê guleyan dernakeve. Hemû tiştên ku diqewimin hewldanek e ji bo baştirkirina şert û mercên dan û standinê, ji bo derxistina Bazom e, her wiha ji bo destpêkirina pêvajoyek siyasî ye."

 

Rewşeke nû ye

Pisporê cezaîrî Ebdurehman Hadif jî got: ''Bi taybetî li herêma peravî, bûyerên li Efrîqayê rû didin rewşa nû ya li cîhanê îfade dike, bi taybet jî ji ber ku daxwazeke mezin a guhertina pergala global û veguhestina li rewşeke nû ya herî edaline ye."

Hadif diyar kir ku bûyerên li welatên wekî Nîjerê û beriya wê li Burkîna Faso, Malî û welatên din ên Efrîqayê diqewime, encameke xwezayî ya cudabûna armancên dewletên ku berê welatên Efrîqayê kolonîze dikirin e. Hadif her wiha got: "Ev dewlet bi navê ku dê welatên Efrîqa û serokên wan ên nû ji kirasê kolonyalîzmê derxin û di warê tenduristî, perwerde û xwarinê de pêşketinan li herêmê pêk bînin, dixwazin berhemên wê talan bikin. Efrîqa ji parzemînên herî dewlemend e, lê di warê ekonomîk de pir li paş e. Ji ber vê yekê pêwîst e ev rewş were guhertin. Vê dawiyê li hejmareke welatan guhertin di pergala siyasî de çêbû, di heman demê de gelek darbe çêbûn. Nîjer, Malî û Bûrkîna Faso û Efrîqa ya navîn mînak in. Daxwazên pêkanîna guhertinan hene.

 

Tirsa Fransayê

Fransa di nava aloziyên mezin de ye. Li welatên Efrîqayê gel ji hebûna Fransayê nerazî ye. Serokkomarê Fransayê yê berê Jacques Chirac ê mirî digot, 'Fransa bêyî Efrîqa mîna welatên cîhanê yên sêyemîn e.'  Metirsiyên mezin ên desthilata Fransayê hene ku têkiliyên Fransa û dewletên Efrîqayê bi temamî qut bibin, ku Fransa piraniya serwetên wan bi kar tîne. Bi taybetî Nîjerê xwedî berhemên xwezayî yên mezin e ku Fransa werdigirtin.

Divê Fransayê nêzîkatiyên xwe yên bi welatên perav re biguherîne. Her wiha divê Fransayê nas bike ku Çînê û Rûsyayê yên ku li ser îstîsmarên mezin li Efrîqayê dixebitin, hem berjewendîyên xwe pêk tînin û hem jî ji gelê Efrîqayê re xizmet bikin. Ji ber vê yekê hebûna Çîn û Rûsyayê ya li Efrîqayê tê pêşwazîkirin."