• Ultîmatoma ku heft roj berê ji hêla Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Efrîkayê (CEDEAO) ve hatî dayîn doh bi dawî bû.

Ultîmatoma ku Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Efrîkayê (CEDEAO) dabû Nîjer a ku darbeya leşkerî lê hat kirin, doh bi dawî bû.

Zextên li ser darbekerên li Nîjerê zêde dibin. Ultîmatoma ku heft roj berê ji hêla Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Efrîkayê (CEDEAO) ve hatî dayîn doh bi dawî bû. CEDEAO ji darbekaran xwestibû ku Serokkomar Mihemed Bazum vegerînin ser wezîfeyê, yan jî hişyarî dan ku ew ê destwerdana leşkerî bikin. Bazum ji 26’ê Tîrmehê vir ve li Qesra Serokkomariyê tê ragirtin.

Rayedarekî CEDEAO'yê roja Înê 4'ê Tebaxê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 48 saet beriya qedandina ultîmatomê, serfermandarên CEDAO'yê li dijî cûntaya Nîjerê 'xetên destwerdaneke gengaz a leşkerî' diyar kirine.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku ew "bê tawîz û bi biryar" piştgirî didin hewldanên CEDEAO yên ji bo têkbirina hewla darbeyê. Wezaretê got, "Paşeroja Nîjerê û aramiya tevahiya herêmê di xetereyê de ye."

Li aliyê din, darbekaran diyar kirin ku ew ê "li hemberî her êrîşekê demildest bersivê bidin."

Biryarnameyek ku êvara Pêncşemê hefteya borî li ser televîzyonê hate xwendin bang li "gelê Nîjerê kir ku li hember sîxuran û hêzên çekdar ên biyanî hişyar be."

Darbekaran ji welatiyan xwestibû ku "hemû agahiyên li ser tevger an jî ketina kesên bi guman li welêt, ji rayedaran re ragihînin." 

 

Bêtir Rûsya nêzî xwe dibînin

Darbeya li Nîjerê piştî darbeyên li Malî, Burkîna Faso û Gîneyê qewimî. Taybetiya wan darbekeran ew e ku, ji hebûna leşkerên Fransî û Emerîkî û qeyrana aborî ya domdar a ku wan li ser welatê xwe kirî, aciz in. Ji dewletên Ewrûpî û Emerikayê bêtir Rûsya nêzî xwe dibînin. Piştî darbeya li Nîjerê bi hezaran kesan piştgirî dan derbeyê. Li ber Sefaretxaneya Fransayê bi alayên Rûsyayê dewleta Fransayê protesto kirin. Xwepêşanderan dirûşmên “Bijî Rûsya, bijî Pûtîn” qîr kirin. Fransa jî ragihandibû ku piştî ku artêşê li Nîjerê desthilatdarî bi dest xist, alîkariya xwe ya aborî ya ji bo Nîjerê qut kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN