Li paytexta Swêdê Stockholmê, aktîvîsta hawirdorê, Greta Thunberg û hevalên wê tevlî çalakiya şermezarkirinê qetilkirina Nagîhan Akarsel bûn.

Li paytexta Swêdê Stockholmê, ji bo endama şehîdkirî ya Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê hate qetilkirin, çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de kujer hatin rûreşkirin. Çalakî li ser banga Meclîsa Jinên Kurd a Amara li taxa Drotninggatanê pêk hat. Tevî Kurdistaniyan, aktîvîsta hawirdorê ya navdar Greta Thunberg û hevalên wê jî tevlî çalakiyê bûn. Aktîvîstan dowîza li ser nivîsandî ‘Dawî li firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bîne’ hildan.

Greta Thunberg li çalakiyê axivî û got, “Em îro hatin vê derê ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna mafdar a gelê Kurd. Tiştekî nû nîne ku jin bi vî rengî têne qetilkirin, lê belê şermezarkirina bi vî rengî giring e, ji bo bêhtir deng vede. Bûyerên li Îranê di rojeva cîhanê de ne û ev tiştekî erênî ye. Ji bo mirov hişyar bibe û li ber xwe bide, komkujî divê nebe wesîle, lê belê dîsa jî dikarim bibêjim, bûye hêvî. Têkoşîna me hemûyan a li qadên cuda ji hev qut nîne. Kurdên ku têdikoşin gelekî wêrek in. Em ê her tim bi wan re bin. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ya li her devera cîhanê deng vedide, nîşaneya berxwedana jinê ya têkoşîna gelê Kurd e. Gelek derdor nabînin ku jin û xweza yekpare ne. Carna hawirdorparêzên me jî vê nabînin.”

Di çalakiyê de beşdaran hemûyan bi hev re dirûşma “Jin jiyan azadî” got.

STOCKHOLM