• Rayedarên Elman 5 salan ji bo edalet di doza Amed Ehmed de pêk neyê her tişt ceriband; malbata Amed jî bi israr e ku dozê bibe dadgeha herî bilind û heger encamê wernegire, dozê bibe DMME’yê.

ARJÎN NUJÎN/SAARBRUCKEN

 

Beriya bi qederê 5 salan, polêsê Elman ciwanê Kurd ê ji Efrînê, Amed Ahmad (Amed Ehmed) kire nezaretê û xiste hepsa li bajarê Kleve li eyaleta NRW’ê. Amed bi neheqî 2 mehan di wê hepsê de hat ragirtin. Piştre di şewata 17’ê Îlona 2018’an de ew bi giranî birîndar bû û 29’ê Îlonê, piştî şewatê bi 12 rojan canê xwe ji dest da. Hingê eşkere bû ku Amed bi neheqî hatiye girtin û di hepsê de hatiye hiştin. Polêsê Elman hingê îdîa kir ku wan bi xeletî Amed kiriye nezaretê, bi xeletî nasnameya wî û kesekî ji Maliyê tevlîhev kiriye, bi xeletî bang li wergêr nekirine, bi xeletî tevî ku wêne, şûna tiliyan a Amed li cem wan hebû, careke din girtine, bi xeletî îdîa kirine ku dişibe kesekî ji bakurê Efrîkayê. Xeletî xelas nedibûn, personelê hepsê jî bi xeletî bersiv nedabû hewara Amed, bi xeletî îdîa kirin ku wî xwe kuştiye.

Piştî eşkerebûna bûyerê, li parlamena NRW’ê komîsyoneke lêpirsînê hat damezrandin. Komîte 38 caran civiya, lê tevî ku li xeletiyan mikur hat, yek sûcdar tenê hebû ji bo parlamena eyaletê û hikûmeta wê: Amed Ehmed. Polêsên xeletî kirine, yek ji wan jî nekete ber lêpirsînê. Dozgeriyê bi xwe re nedît ku lêpirsînekê bike da ku bersivê bide pirsa, ka çima van xeletiyan daye dûv hev. Komîsyona lêpirsînê ya parlamenê jî bi hewara dozgeriyê ve çû, lewma wan xeletiyên polês û hepsê qebûl kirin, lê ew ji sûcan hemûyan şûştin: Ti nîşana bi qest girtinê, bêbextiyê nîne, polêsan wezîfeya xwe kiriye.  

Di ser girtina Amed Ehmed a bi neheqî re hema hema 5 sal bihurîn. Amed Ehmed 6’ê Tîrmeha 2018’an, hat girtin. Polês paşê îdîa kir ku, wan navê Amed û Amedy G. yê ku li Hamburgê ji ber diziyê lê dihat gerîn, tevlîhev kiriye. Lê Amedy G. ji Maliyî bû û kesekî reşik bû. Herçî Amed bû, hem bi resm û hem jî bi şopa tiliyan jixwe weke penaber qeydkirî bû, û yek ji wan jî li terîfa Amedy G. nedihat. Polês bi dehan “xeletî” qaşo li pey hev kiribûn, lê ti qest û sûc di meseleyê nebûye.

 Bavê Emed, Malik Zafer Ehmed, tevî Înîsiyatîfa Amed Ehmed (Initiative Amed Ahmad) dev ji doza xwe bernadin. Bavê Amed, Malik Zafer Ehmed dibêje, tevî delîlan, raporên pisporan û îfadeyên şahidan, heta niha wan nekariye encamekê ji bo bicihhatina edaletê bi dest bixin: “Lêgerîna me ya ji bo edaletê wê dewam bike, heta bi DMME’yê jî em ê biçin.”

Polês neketin ber lêpirsînê jî

Gava Amed di komayê de bû, lêpirsîn hat berferehkirin, û polês hingê hîna nû li xwe mikur hat ku “şaşî” kiriye. Amed Ehmed gava ku 29’ê Îlonê li nexweşxaneya Bochumê canê xwe ji dest da, ji bo vekirina lêpirsîna li dijî polêsan, tevahiya sedeman hebû, lê li gorî dozger, sedema destpêkirina lêpirsînê nebû.

 

Wezaretê çi veşart!

Rayedarên Elman, xasma wezareta hundir û a eyaletê NRW’ê hewl didin ser bûyera şewata li hepsê bigire. Rapora wezarera edaletê ya NRW’î ya li ser şewata li hucreya Amed de, bêyî ku delîl hebin digot, “Amed 17’ê Îlona 2018’an saet qederê 19:00’ên êvarê, bi hesteyê xwe nivînên xwe dan ber agir, di hucreyê de şewat çêbû”. Li gorî heman raporê piştî wê bi 15 deqîqeyan wê pê li pişkoka hewarê jî kiriye. 

 

Derewa wezaretê lê eşkere bû

Lê pisporan ev îdîa pûç kir. Di kanala dewleta yê duyem a Elman de bernameya “Monitor” bi pisporê Înstîtuya Şewatê ya li Dippoldiswalde re peyivî. Pisporê şewatan Korbinian Pasedag digot, “Gava nivîn bişewitin, ti mirov nikare xwe li ber gazên bi jehr ên di nava dû de 15 deqîqeyan bigire, heger maske ne li ber dev û pozê wî be.”

Rêveberê Tiba Edlî ya Frankfurtê Marcel A. Verhoff jî got, kesek 15 deqîqeyan dûçarî dûyê nivînên dişewitin bibe, ew ê ji ser hişê xwe biçe. Wî bi vê pirsê, derewên rapora wezaretê eşkere dikirin: “Kesekî di nava çend deqîqeyan de ji ser hişê xwe çûye, çawa wê raber ser xwe û pê li pişkoka hewarê bike. Şahidekî hingê di hepsa Kleve de jî got, di dema şewatê de wî qêrînên hewarê yên Amed bihîstine. 

Tevî van hemûyan rapora komîsyona lêpirsînê ya parlamenê, di nava hezar û 451 rûpelên xwe de, ti delîla “dijminatiya beramberî biyaniyan” û ya “komployê” nedît û sûc hemû xist sitûyê Amed bixwe: “Em nikarin xwe li întîharê weke sedemeke muhtemel kor bikin”.

Yanî “gelek xeletiyên ferdî” bi ya dewletê di nava îhtîmalan de ye ku ji ber dijminatiya beramberî biyaniyan çêbûbin.  

Bav Malik Zafer Ehmad

5 sal in encam nîne

Malbata Amed Ehmed, ji bo ku heqîqet derkeve holê û edalet pêk were, têkoşîna xwe dewam dike. Bav Malik Zafer Ehmad dibêje, “Dadweriya Elman îdîa dike ku Amed sedema şewatê ye, lê belgeyên heyî nîşan didin ku Amed ne sedema şewatê ye.” 

Wî got, tevî delîl, raporên pisporan û îfadeyên şahidan jî, di lêgerîna xwe ya ji bo edaletê de hîna ti encam bi dest nexistine û wiha dewam kir: “Tê têkoşîna xwe ya 5 salan a hiqûqê de me şahidî lê kir ku li Elmanyayê mafê mirovan, heq û dad dikin qurbana siyasetê. Heta niha dadgehên Elman sê caran got, polêsan wezîfeya xwe kir, û biryara neşopandina dozê da.”

 

Heta bi DMME’yê 

Malik Zafer Ehmed got, dosya niha li dadgeha bilind e û “li gorî biryara dadgeha bilind, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Tevî Înîsiyatîfa Amed Ahmad û parêzeran em ê ji bo rohnîkirina bûyerê, dozê bibin dadgeha herî bilind a Elman, Dadgeha Destûrê jî.” Heger ji wir jî ti encam dernekeve, malbat wê dozê bibe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME).

 

Fermî bila doza lêborînê bikin

Bavê Amed, dibêje, “Rayedarên Elman, tevî ku xeletiyên dezgehên Elman eşkere jî bûne, jidil û bi rastî doza lêborînê nekirin. Tenê komîsyona meclîsê ya eyaleta NRW’ê bi dev doza lêborînê kir. Me bi rêya parêzeran xwest ku ev doza lêborînê nivîskî be. Lê heta niha ti doza lêborînê nivîskî nehatiye. Tevî van neheqiyan hemûyan, ji bilî Partiya Kesk û Partiya Çep, siyasetvanên din ti destek nedan me. Wan em bi tenê hiştin. Ji bo rohnîkirina bûyerê û ji bo ku rastî eşkere bibe, têkoşîna me ya ji bo edaletê wê dewam bike.”