Têkbirina nihêrîna baviksalar!

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Adar 2023 - 03:50

Muzîkjen û hunermenda hunerê hevçerx Nadya Tolokonnikova ji bo 8’ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê bi bîr bîne balîcaneke reş ya weke mûmê çêkir û bi vî awayî peyaman da. Navê vê xebata wê “Fragile Masculinity Genesis” (Zayîna nêrzatiya qirofek) e û Nadya Tolokonnikova xebata xwe ji bo projeyeke siberojê weke xebateke destpêkê bi nav dike.

Xebata Nadya Tolokonnikova tevî gelek berhemên din ên ku hunermendên jin çêkirine li New Yorkê di pêşangeha “Beden bedena min e û kar jî karê min e” hatin nîşandan.

Nadya Tolokonnikova, dide zanîn ku “Nêrzatiya qirofek” bingeha fallosentrîk ya civakê nîşan dide û li hember jin, xweza, hewyan û gerdûnê weke jehriyekê ye. Her wiha nîşaneya baviksalarî û egoyeke hîper-nêrza ye jî. Ez bi hêvî me bi vêxistina vê findê em ê nihêrîna baviksalar jî têk bibin. Piştî ku ev nihêrîn pûç bû û ji holê rabû dê rojên xweş werin û em ê civakeke wekhev a ûtopîk ava bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.