Li ser yekê ji cadeyên nava Hewlêrê, du jinên ciwan ji bo debara xwe, bufeyeke piçûk vegûherandine kafeteryayê û heta direngiya şevê lê kar dikin.
Bêlana Refet a 29 salî tevî hevaleke xwe li ser cadeya nêzî Serokatiya Zanîngeha Selahedînê ya li Hewlêrê bufeyek kirê kirine. Her du jinên ciwan bufe kirine kafeteryayeke piçûk û lê 15 saetan kar dikin.
Li ber kafeterya xwe, wan çend kursî û masekên piçûk danîne. Her du jinên ciwan dixwazin bi vî karê xwe wê yekê nîşan bidin ku şerbet û tiştên vexwarinê ne tenê li kafeyên taybet û giran têne çêkirin. Heta ew nîşan didin ku ew dikarin şerbet, qehwe û sardemeniyên tamxweş çêkin.

Li ser zehmetiyên jinan sohbetê dikin

Bêlana zewiciye û zarokên wê hene. Hevala wê jî xwendekara zanîngehê. Ji bo debara xwe bikin, ew hem karê xwe yê li malê hem jî yê kafeteryayê bi hev re dikin. Tevî westana zêde jî kenê wan ji rûyê wan kêm nabe.
Ev çend sal in ku li Herêma Kurdistanê krîza aborî heye, îsal jî ji ber krîza virûsa koronayê, krîza aborê dijwartir bû. Bi hezaran kesî karên xwe ji dest dan, hikûmet jî her du mehan carekê dikare muçeyê karmendan bide.
Niha li Herêma Kurdistanê her diçe zêdetir jin ji derve kar dikin û debara xwe dikin.
Bêlana û hevala xwe sibehan saet 08:00’an deriyê kafeterya xwe vedikin û ta saet 23:00’an kar dikin.
Bokan Elî ji mişteriyên kafeteryayê ye û ew bi karkirina van du jinên ciwan kêfxweş e. Ku ew tê kafeteryayê, ew li gel van du jinên ciwan rûdinê û li ser zehmetiyên jinan sohbetê dikin.

ROJNEWS/HEWLÊR