BARIŞ BALSEÇER
STRASBOURG

Piştî lêpirsîna ewlekariyê, Swêd dixwaze dayika du zarokan Zozan Buyukê dersînor bike. Di dema lêpirsînê de parvekirinên wê yên di medya civakî de yên elaqedarî Selahattin Demirtaş danîn ber wê. Polêsê ewlekariyê yê Swêdê çalakiyên ew beşdarî wan bûye jî weke ku sûc bin, nîşan da.
Piştî ku derket holê, Swêdê di bûyera kuştina Olof Palme de bi qest tevgera azadiyê ya Kurdan krîmînalîze kiriye, Kurd li bendê bûn ev dewlet û saziya wê ya polêsê ewlekariyê Säpo doza lêbihurîna xwe bikin. Lê berevajî vê, hewldanên krîmînalîzekirina Kurdan li Swêdê zêde dibin. Hevserokê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Skandînavyayê, Ridvan Altun got, doza penaberiyê ya Kurdan tê redkirin, biryarên dersînorkirinê zêde dibin û miracaetên kar ên li dayreyên fermî jî ji ber çalakiyên demokratîk li lêpirsîna ewlekariyê dialiqin. 
Ridvan Altun got, "Em li bendê bûn dewleta Swêdê lêbihurîna xwe bixwaze, siyaseta xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan a bi salan, bi dawî bike, lê Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Säpo) krîmînalîzekirina Kurdan zêdetir kir."

Lêpirsînên ewlekariyê zêde bûn

Ridvan Altun got, lêpirsînên li dijî Kurdan zêde bûne û wiha peyivî, "HDP´yiyên ku weke penaberên siyasî li Sêwêdê ne jî ketin ber lêpirsînên ewlekariyê." 
Heta Zozan Buyuk a welatiya Belçîkayê û bi Kurdekî welatiyê Swêdê re zewicî jî, 5 sal e ku li Swêdê ye, û Swêd dixwaze wê dersînor bike. Ridvan Altun li ser vê mijarê dibêje, "Bi hincetên ne karê aqilan, dixwazin Zozan Buyuk Swêdê biterikîne. Zozan Buyuk tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûye, tevlî çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê bûye, tevlî kampanyaya azadiya Selahattin Demirtaş bûye û ev di medya civakî de parve kiriye; di lêpirsîna ewlekariyê de ev hemû weke sûc hesibandine. Beşdarbûna van çalakiyan ji welatê xwe re weke tehlûke dibînin." 

Ridvan Altun got, wan ji partiyên li parlamanê re gotiye, Säpo parvekirinên elaqedarî Demirtaş weke sûc dibîne. 

Memûrtiyê nadin

Ji ber ku welatiyên Kurd beşdarî çalakiyên qanûnî û demokratîk bûne jî, di encama lêpirsînên ewlekariyê de karê li dayreyên dewletê nedane Kurdan. Ridvan Altun nerazîbûna xwe wiha îfade dike: "Komên li parlamanê hemû beşdarî van çalakiyan bûne, li wan peyivîne. Wan ji bo azadiya Demirtaş jî kampanya jî li dar xistine."
Parlamentera Partiya Çep û berdevka partiyê ya mijara Siyaseta hiqûqê, Linda Westerlund 21´ê Çile li ser mijarê pişniyazpirsek da parlamenê. Snecker got, hevkariya Säpo û MÎT´ê bi guman e, lewma tiştên Tirkiye sûc qebûl dike li Swêdê qanûnî û rewa ne. Snecker got, Säpo zextê li penaberên ji Tirkiye û Kurdistanê dike. Snecker ji wezîrê Adalet û Koçberiyê Morgon Johansson pirsî, ka gelo ew ê hewl bide da ku Säpo li gorî berjewendiyên rejîmên otorîter lêpirsînên ewlekariyê neke. Wezîr xwedî li Säpo û lêpirsînên ewlekariyê derketibû.

Li dijî zextan kampanya 

NCDK´a Swêdê û rêxistinên din ên Kurdistanî bi hashtaga #KurdsAreNotTerrorist kampanyayeke navneteweyî li dijî krîmînalîzekirina Kurdan da destpêkirin. Kampanyayê 22´yê Çile li Orebro bi beşdariya Zozan Buyuk û malbata wê dest pê kir. di çalakiyê de hat gotin, "Säpo dixwaze Kurdên ku endamên komeleyan in, beşdarî mîtîng û xwepêşandanên qanûnî dibin, krîmînalîze bike." Ridvan Altun got, ew ê her Înê li bajarekî din ê Swêdê siyaseta krîmînalîzekirina a Kurdan a Swêdê protesto bikin.