Sûka Jinan

Nûçeyên Jin

Duşem 13 Tîrmeh 2020 - 11:29

SILAVA EBDULREHMAN
QAMIŞLO/ANHA

Ji bo peydarkirina derfetên kar û pêdiviyên şêniyan, Rêveberiya Xweser û Komîteyên Aboriyê di nava hewldanan de ne.
Yek ji projeyên başkirina rewşa debarê ya jinan bi taybet peydakirina derfetên kar ji bo wan, projeya sûka sebzeyan û fêkiyan hat vekirin. Komîteya Aboriya Jinan a girêdayî Kongreya Star a navçeya Amûdê bi vî karî rabû.
Armanc ji projeyê ew e ku bihabûn sivik bibe û rê li pêşiya keysbaziya hin bazirganan bê girtin. Ji ber buhayên daketî yên sûkê li gorî sûkên din ên giştî, şênî sûdê jê werdigrin.
Ji roja yekê ya vekirina sûkê ve ku di 15`ê Gulanê de bû, tevgera şêniyan li sûkê zêde bû. Li sûkê cureyên sebze û fêkiyan, madeyên xwarinê, madeyên paqijkirinê û pêdiviyên jinan tên dîtin, her wiha beşek ji bo firotin û kirêkirina cilên folklorî yên Kurdî hatiye veqetandin.
Sebze ji baxçe û koperatîfên girêdayî Komîteya Aboriya Jinan a herêma Dêrikê û navçeyên Tirbespiyê û Amûdê tên peydakirin. Her wiha  madeyên xwarinê ji kargehên “Demsal” ên navçeyên Dirbêsiyê tên girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.