• Berdevkê elaqedarî meseleyên mafê mirovan ê partiya şirîka koalîsyona federal a Elman, SPD, Frank Schwabe xwest Hozan Canê ya ku ev du sal in di hepsê de ye, bê serbestkirin.

Doza li dijî Hozan Canê îro li bajarê Tirkiyeyê Edîrneyî ji nû ve dest pê dike. Bi rasthatina ji nû ve destpêkirina dozê, berdevkê elaqedarî meseleyên mafê mirovan ê partiya şirîka koalîsyona federal a Elman, SPD, Frank Schwabe xwest Hozan Canê ya ku ev du sal in di hepsê de ye, bê serbestkirin. Wî ji rayedarên Tirk xwest Hozan canê ji hepsê berdin.
Hozan Canê ji havîna 2018´an ve li Edîrneyê di hepsê de ye û lê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê bi îdîaya endametiya rêxistinê hatibû birrîn. Dadgeha Bilind biryar dabû ku ti delîlên zelal ji bo îdîayê nînin. Ji ber wê jî li Edîrneyê doz îro ji nû ve dest pê dike.
Frank Schwabe hem îdîa û hem jî cezakirina Hozan Canê weke biryarên siyasî bi nav kirin. Wî got, Hozan Canê bê guneh e û divê ji ber sedemên insanî bê berdan. Frank Schwabe di çarçoveya bernameyeke bi navê “Parlamenter Parlamenteran diparêzin” sponsoriyeke alîkariyê ji bo Hozan Canê girtiye ser xwe û ji bo şopandina dozê jî çû Tirkiyeyê. Ev yekem car e ku ji partiyeke hikûmetê, kesek eşkere ji bo Hozan Canê daxuyaniyê dide. BERLÎN