Franseyê Kurdistaniyê bi navê Mehmet Yalçin dersînor kir û ev kirina wê bû sedema nerazîbûnê. Partiya Kominêst a Franseyê ji bo dersînorkirinê gotina “şerm e” bi kar anî û serokê komeleya Kurdistan û Franseyê Sylive Jan jî pirsî û got, “Gelo Macron henekê xwe bi me dike?” Çapemeniya Franseyê jî cihekî fireh ji bûyerê re veqetand û hukûmeta Macron rexne kir.
Partiya Kominêst a Franseyê bi bîr xist ku Franseyê 16ʼê Îlonê Çarşemê bavê 3 zarokan Mehmet Yalçin ê ji Mûşê dersînor kiriye û got, “Tehlûke heye, Yalçin ji ber têkoşîna xwe ya dad û azadiyê bikeve girtîgehê.” Partiya Kominêst Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron jî rexne kir û got, “Macron bi awayekî şer bersiv dide rejîma tîran a Erdogan, lê kesekî li ber wî radibe û ji bo demokrasiyê têdikoşe radest dike. Em dersînorkirinê şermezar dikin û weke şerm dibînin. Franse neçare ku Kurdên xwe spartine wê û penayê wê bûne biparêze. Ji bo aştiya li herêmê ev şert e.”
Ma Macron tinazan dike?
Seroka Komeleya Franse û Kurdistanê Sylvie Jan jî Macron bi zimanekî tûj rexne kir û got, “Macron li Derya Spî bi Erdogan re tê beramberî hev û li aliyê din Mehmed Yalçin radest dike, ma henekê xwe bi me dike?”
Hûn bi Kurdan re ne?
Le Monde û LʼHumanite jî di rûpelên xwe de cih ji bûyera dersînorkirinê re veqetandin. Di nûçeyan de tê gotin, dersînorkirin demokrasiya Franseyê dixe bin tohmetê. Herweha tê bi bîr xistin ku li Tirkiyê li dijî Kurdan êriş zêde dibin
Rojnameya LʼHumanite jî cih daye fikrên parlementera Kominêst a Elsa Faucillon. Parlementer dibêje, “Macron û Erdogan li Derya Spî hatin beramberî hev, gelo di dijberiya Kurdan de jî gihiştin hev ?
Polîsê Franseyê 15ʼê Îlonê li bajarê Bordeauxê bi ser mala Mehmet Yalçin de girtin û tevî nerazîbûnan hemûyan ew 16ʼê Îlonê Çarşemê teslîmî Tirkiyê kirin û li gorî agahiyan li Stenbolê li nezaretxaneyê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN