Serdana serokê Çînê ya Rûsyayê

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 23 Adar 2023 - 03:43

  • Xi Jinping amaje bi wê yekê kir ku piştî zêdetirî sê salan ev cara yekê ye ku diçe Moskowê û ev yekem serdana wî ye bo welatekî biyanî piştî ku careke din wek serokomarê Çînê hate hilbijartin.

Xi Jinpingê ku piştî ku cara sêyem wek Serokomarê Çînê hat hilbijartin, ji bo yekem sefera xwe ya derve çû Rûsyayê. Roja sêşemê Xi Jinping li Moskowê Rûsyayê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kir. Doh jî her du bi hev re derketin pêşberî çapemeniyê. 

Xi Jinping amaje bi wê yekê jî kir ku piştî zêdetirî sê salan ev cara yekê ye ku diçe Moskowê û ev yekem serdana wî ye bo welatekî biyanî piştî ku careke din wek serokomarê Çînê hat hilbijartin.

Serdana serokê Çînê ji Rûsyayê re bû rojeva gelek rojnameyên cîhanê û bandorên wê yên demkurt û demdirêj li ser her du welatan û cîhanê hatin nîqaşkirin.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê derbarê mijarê de nivîsek parve kir û diyar kir ku serokê Çînê Xi Jinping û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn careke din îşaret bi kûrkirina têkiliyên siyasî û aborî yên her du welatan kir.

Xi Jinping di hevdîtina li Kremlînê de destnîşan kir ku baweriya siyasî di navbera Moskov û Pekînê de kûrttir dibe û berjewendiyên hevbeş zêdetir dibin. Her wiha diyar kir ku ew têkiliyên bazirganî û darayî yên bi Rûsyayê re bi pêş bixin û got ew her demê ji aştî û diyalogê re amade ne.

Rojnameyê diyar kir ku tê pêşbînkirin ku serokê Çînê piştî serdana xwe ya Moskovê, cara yekê peywendiya telefonê bi serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky re deyne.

Berdevkê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Emerîkayê John Kirby jî anî ziman ku Çîn derbarê şerê Rûsya-Ukraynayê de heman propagandaya Rûsyayê dubare dike û got: “Civîna îro li dar ketiye, nayê wateya ku şer wê di demeke nêz de bi dawî bibe.”

Li gorî rojnameyê, xurtkirina têkiliyên Rûsya-Çînê ji bo welatên rojavayî ku her du aliyan wekî dijberên Emerîka û hevalbendên wê dihesibînin, sedema fikarên mezin e.

 

Giraniya xwe dide ser Çînê

Lêkolînerê kar û barên Çînê Jacob Yakubovsky jî got serdana Xi Jinping dostaniya Rûsya-Çînê û rewakirina Pûtîn nîşan dide û got: “Ruxmî şaşiya mezin ku Pûtîn sala borî kiriye jî, lê belê hê jî naxwaze wî ji dest bide.”

Rojnameya Financial Times a Brîtanyayê jî diyar kir ku têkiliyên aborî yên bi pêş dikevin, rojeva hevdîtina Pûtîn û Jinping a pêr li Kremlînê bû, ev yek jî nîşan dide ku Moskov piştî ji welatên rojavayî qut bûye, bi awayekî mezin giraniya xwe dide ser Çînê.

Li gorî heman rojnameyê, rojeva herî germ a pêr hatiye nîqaşkirin, xeta gazê ya “Sîberya 2” ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.