Senfoniyeke neteweyî; Heme Salih Dîlan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 28 Cotmeh 2024 - 18:30

  • Di sedsala 20’an de, di nava xweza, welat û kederên gelê Kurd de hunermend û helbestvanek tê deng. Ew jî Hunermend Heme Salih Dîlan e ku bi deng û honraweyên xwe li gel ruhê xwezayê yê bêqisûr senfoniyek diafirîne. Dilopên barana biharê û germahiya ewran dike mûzîk û di guhên welatê dayikê de dilore.

Heme Salih Dîlan bi navê xwe yê temam Mihemed Salih kurê Mela Ehmed Dîlan û neviyê Mela Qadirê Şewxwênî ye. Heme Salih Dîlan di sala 1927’an de li taxa Goyje ya bajarê Silêmaniyê di nava malbatek helbestvan û welatparêz de çavê xwe li dinê vedike. Xwendina seretayî li Mizgefta Şêx Babe Elî û dibistana Xalîdiye destpêkiriye. Heta refa navîn sê xwendiye û bûye karmend.

Ji ber hestên welatparêzî û heskirina welat, gelek caran rastî girtin û durxistinê, binçavkirinê bûye. Heme Salih Dîlan yek ji helbestvanên navdar ên Kurd yên sedsala 20’an bû. Beşek ji rêbaza xwe ji bavê girtiye. Di temen biçûk de bala wê diçe ser nivîsîna helbest û meqaman diafirîne.

Helbestvanê Kurd ê hêja Dîlan di sala 1949’an de dest bi nivîsîna helbestan kir û heta dawiya temenê xwe berdewam kir. Di wêjeya Kurdî de şop û bandorek diyar hêlaye. Piştî Helbestvanê navdar Goran, ew wek lûtkeya nifşa nû ya helbestvanên Kurdî tê dîtin.

Bi sembolan li hember zordariyê

Heme Salih Dîlan ji xortaniya xwe de xwe û berhemên xwe yên wêjeyî daye ber xizmetkirina pirsgirêk û birînên gelê xwe û dijberiya kevneperest û xwefiroşan. Di navbera salên 1948 heta 1966’an 9 caran tê girtin. Her wiha gelek caran ji kar hate dûrxistin, êşkencekirin û nanê wî hate birîn. Di bikaranîna sembolan ji bo îfadekirina armancên taybet di helbestên xwe de, Heme Salih Dîlan xwediyê otorîteya bilind bû. Ji ber zulm û zordariya hêzên tarî yên wê demê nedixwest mebesta xwe eşkere û diyar bike. Bi vê bikaranîna sembolan hunereke xweş û asteke jêhatî gihandiye berhemên xwe.

Hinek mijarên ku Heme Salih di nava berhemên xwe de qala wê kirî û pêşkêşî civak û netewa kirî evin; Xweşiktiya xwezayê, dildarî û ciwanî, welatparêzî û netewayetî ye. Helbestvan û meqamzanê Kurd Mihemed Salih Dîlan di 28’ê Cotmeha 1990’an de di 63 saliya xwe de koça dawî kir. Heme Salih Dîlan ango Mihemed Salih piştî koça dawî kir jî, nav û berhemên wî yên giranbiha, di nava gelê Kurd û wêjeya Kurdî de wek gelek wêjevan û helbestvanên Kurd cihek bê mirin û zindî li xwe girtiye. ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.