- Tevî ku 38 sal li ser wefata hunermend Şemal Saîb re derbas bûye jî, lê hîna dengê wî bi heskirinek mezin tê guhdarî kirin û di nava gel de zindî maye û hêjayî guhdarkirinê ye.
Stranbêjê resenê Kurd Şemal Celal Saîb (Şemal Saîb) di sala 1931’an de li bajarê Silêmanî ji dayîk bûye. Ji ber ku bavê wî qeymeqam bû, wî karî li gelek navçe û bajarên Kurdistanê bijî û çavê wî vebe. Şemal piştî dibistana seretayî diqedîne, diçe li Bexda li dibistana Kolêja Melîk Feysel ku tê de bi zimanê Ingilîzî ders dihat dayîn dixwîne. Li vê dibistanê tenê xwendekarên yekem ên Iraqê dikarî bixwînin.
Piştî xwendina xwe li Peymangeha Hunerên Xweşik temam dike, di sala 1951’an de li Bexda beşê dîrokê yê Kolêja Adab, destpê dike. Di sala 1956’an de xwendina zanîngehê temam dike û dîplomeya beşa dîrokê distîne. Piştî wê dibe mamostayê dîrokê. Di sala 1959’an de jî li Peymangeha Hunerên Xweşik a li Bexda dibe mamostayê mijarên rewşenbîrî û muzîkê.
Li Radyoya Bexdayê dixebite
Di sala 1963’an de ji bo xwendina xwe ya bilind diçe Emerîka û li wir dîplomeya xwe di beşê edebê de distîne. Di sala 1971’an de li beşa Kurdî yê Radyoya Bexdayê yekem strana xwe ya bi navê ‘Mijde bê sal gerayewe’ pêşkêş dike. Piştî demekî li heman radyoyê dibe rêvebirê beşê hunerî û heftiyê bernameyek bi navê ‘Baxçeyê Muzîkê’ amade dike û pêşkêş dikir.
Çend stranên hunermend Şemal Saîb wiha ne; Hawar sed hawar, Hatî bû hatî, Azîz behare, Zuleyxa, Xuzga dunyam hebaya. Gelek stranên wî yên din hene.
Stranên bi kurmanciya jorîn
Hunermend Şemal Saîb şarezayê muzîka rojhilatî û cîhanî bû. Wî dikarî çend alavên muzîkê bijene, ji wana jî taybet Ud lê dixist. Yekem hunermend bû, muzîk bi awayekî akademî xwend, yekem hunermend bû bi şêwazê kurmanciya jorîn stran got û tomar kir.
Piştî ku di sala 1968’an de li Silêmaniyê Zanîngeh tê vekirin, daxwaz ji Şemal Saîb tê kirin vegere welat, piştî çend salek daxwaza wan dipejirîne. Hevjîn û zarokên wî ji ber ku naxwazin vegerin welat, ew bi tena serê xwe tê. Li kolêja adab dibe mamosta. Carek din dizewice û du zarokên wan yên bi navê Jîmo û Tîşko çê dibin. Piştre derbasî Hewlêrê dibe û heta dawiya jiyana xwe li wir dimîne.
Şemal Saîb di 8’ê Mijdara 1986’an de ji ber nexweşiyek demdirêj koça dawî dike. Cenazeyê wî dibin Silêmanî û li Goristana Girdê Seywan diveşêrin. ROJNEWS/SILÊMANÎ