Selîqe; rêkûpêkbûna muzîka Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Îlon 2024 - 18:30

  • Etnomuzîkolog Serdar Canan ku li ser mijara “Selîqeyan” axivî, da zanîn ku selîqe terz ango meqamê gotina stranê ye û got: “Selîqe, zêdetirî meqamê herêmê an jî deverê ye û selîqe di muzîka kurdî de bi rêkûpêkbûyîn e.”

BAZÎD EVREN
MA/COLEMÊRG
Herêma Behdînanê ango herêma Colemêrgê bi çand û hunera xwe ya kevnare di nava Kurdistanê de cihekî taybet digire. Bi stran û govendên xwe, bi formên di nava stranan de, bi cil û berg û jiyana xwe ya kurdewar li ber bişaftina serdestan li ber xwe daye û hê jî li ber xwe dide. Sedema vê yekê jî qedîmbûna Colemêrgê û rêûresmên wê yên berê ne. Her çiqas di warê çand û hunerî de lêkolînên berfireh nehatibin kirin jî çend xwemxûrên çand û hunera kurdî li ser çend mijaran lêkolîn kirine. Yek jê jî mijara “Selîqe” ye ku piranî li herêma Behdînan bi taybetî jî Colemêrg bi kar tîne. Etnomuzîkolog û hunermend Serdar Canan, li ser mijara “Selîqeyê” lêkolîn kiriye û albûmek jî bi heman navî amade kiriye. 
Etnomuzîkolog Canan têkildarî maneya selîqeyên li herêma Colemêrgê û bandora van selîqeyan ya li ser govendan axivî.

Formên muzîkê yên Colemêrgê 
Canan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku mirov dikare bibêje muzîkek taybet ya Colemêrgê heye. Canan destnîşan kir ku li Colemêrgê ji bo her rewşeke jiyanê stranek an jî formek muzîkê heye û got ku lawje, stran, şeşbendî, narînk, payîzok, heyranok, gazî hwd. çend mînak in ji bo vê rewşê. Canan da zanîn ku formên weke lawje û şeşbendî li navçeya Çelê û navenda Colemêrgê zêdetir stranên rûniştinê ne û got: “Li Çelê û Colemêrgê lawje û şeşbendî form in. Li Gever û Şemzînanê şeşbendî dîsa form e û stranên govendî ne. Lê lawje, li Gever û Şemzînanê dibe cure û di bin xwe de gelek formên muzîkê dihewîne. Ango li Gever û Şemzînanê ji dengbêjekî lawjeyekê bixwazî, dê pisyara ‘Kîşan lawjeyê bibêjim? Lawjeyeke dîwankî an govendî hwd. bibêjim?’ bibihîzî. Her wiha şeşbendî stranên rûniştinê ne û li Çelê û Colemêrgê çend dengbêj rûdinin û li hev wergerînin ango difetilînin. Şeşbendî li Çelê û Colemêrgê nîv rîtm in. Lê li Gever û Şemzînanê bi rîtm in û govendî ne.”
 
Selîqe çi ye? 
Canan anî ziman ku selîqe zêdetirî li herêma Behdînanê tê bikaranîn û di nava jiyana rojane de jî gelek caran peyva selîqeyê tê bikaranîn. Canan diyar kir ku selîqe, şêwe (terz) an jî meqamê gotina stranê ye û wiha domand: “Gava mirov ji yekê daxwaza stranekê dike, dibêje ‘Ka bi selîqeya Serhedê stranekê bibêje’. Ankû selîqe, zêdetirî meqamê herêmê an jî dewerê ye. Ne meqamê ku gelek caran dibêjin ‘Ûşak, Kurdî, Huseynî hwd.’ Peyva meqamê ku di muzîka kurdî de tê pênasekirin, terz an jî şêwe ye. Terzê Şakiro, terzê Eboyê Marûfî, terzê Kawis Axa hwd. Di nava jiyana me ya rojane de jî selîqe tê bikaranîn. Gava kesek bi rê ve diçe dibêjin ‘Bi selîqe bimeşe’, ankû bi rêk û pêk bimeşe. Lewma selîqe di muzîka kurdî de rêkûpêkbûyîn e.”
 
Cudahiya Selîqeyan
Canan destnîşan kir ku her herêmeke Kurdistanê selîqeyeke xwe heye. Canan diyar kir ku her wiha deverên di nava wan herêman de jî seliqeyên xwe hene û mînaka Colemêrgê da. Canan bi lêv kir ku li Colemêrgê her eşîrekê, di nava van eşîran de jî her gundekî selîqeyên cuda hene û wiha berdewam kir: “Di nava eşîra Doskiyan de seliqeyên gundên Şuke û Kinyaniş ji Doskijoriyên ku nêzîkî bajarê Geverê ne, cudatir e. Kinyaniş, ji ber ku nêzî Çelê ye, piranî selîqeya wan dikişe ser Çelê, li ser eşîra Pinyanişiyan.  Her wiha ew formên lawjeyan, heyranok, payîzok, şeşbendî hwd. taybetî yên eşîra Pinyanişiyan in. Selîqeya strangotinên Pinyanişiyên Çelê û Colemêrgê û Pinyanişiyên Gever û Elbak a Wanê jî, ji hev gelek cuda ne. Heman eşîr in lê selîqeya wan yekser ji hev cuda ne. Mirov nikare sedema vê yekê jî pênase bike.”
 
Tesîra selîqeyan a li ser govendan 
Canan bal kişand ser bandora selîqeyan ya li ser govendên Colemêrgê û da zanîn ku gelek govend hene ku bi navê stranê tê zanîn. Canan çend mînakên van stanan da û diyar kir ku govendên Zêrînê, Hicrokê, Ehmed Beg, Elo Dîno, Sincanê hwd. gelek govend bi strana ku tê gotin, teşe girtiye. Canan destnîşan kir ku peywendî di nava stran û zimanê bedenî de gelek e û wiha pê de çû: “Yan muzîkê li ser zimanê bedenî bandor kiriye yan jî zimanê bedenî li ser muzîkê bandor kiriye baş nizanim. Lê Jean-Paûl Sartre di nivîseke xwe de dibêje ku ‘heke miletek bindest nekarî serdestên xwe, hestên xwe bi zimanê bedenî nîşan dide. Ankû bi govend û reqsên xwe dide nîşandan.’ Wêca mirov dikare bibêje ku bindestiyê li ser govendên me û muzîka me bandor kiriye. Lewma li tevahî Kurdistanê bi hezaran cureyên govendê hene. Hema min tenê 84 govendên Colemêrgê tomar kirine.”
 
Stranbêj reseniya stranan ji holê radikin! 
Canan diyar kir ku stranbêjên li dawet û şahiyan derdikevin ser dikê stranên bi selîqeyên cuda tên gotin, bi heman selîqe û rîtmê dibêjin û da zanîn ku ev yek reseniya stranan ji holê radike. Canan, bang li stranbêjan kir û got: “Dengbêjên li herêma Colemêrgê jî ji vê rewşê aciz in. Ez bang li stranbêjan dikim ku bila biçin ba dengbêjan tomarkariyê bikin û stranên kevin jî bibêjin, lê bila zêde xerab nekin. Ez stranbêjên Colemêrgê gelek zîrek û çalak dibînim. Niha gelek ciwanên me hene konservatûaran dixwînin. Bila bala van ciwanan li ser muzîka kurdî be û ne tenê muzîka Colemêrgê ya hemû Kurdistanê agahdar be. Zêde bila tirkî nebêjin, tirkî hewcehî bi ciwanên me nîne, lê kurdî hewceyî heye. Luksa muzîkjenekî kurd nîne ku muzîka kurdî nezane. Bi tirkî xwendin ne hincet e, bila muzîka kurdî û yên miletên din bidin ber hev û ferq û cudahiya di navbera wan de hîn bibin.”
 
Serdar Canan kî ye? 
Serdar Canan di sala 1986’an de li navçeya Gevera Colemêrgê hatiye dinê û perwerdehiya xwe ya heta lîseyê li vir qedandiye. Piştre li Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînanê beşa Etnomuzikolojiyê qezenc kiriye û li heman beşê lîsansa bilind qedandiye. Di sala 2019’an de teza xwe ya bi navê “Li Colemêrg û Derdora Wê Kevneşopiya Lîstikên Gelêrî û Taybetmendiyên Muzîka Vê Kevneşopiyê” xelas kiriye. Nêzî pênc mehan jî di Zarok TV de karê dublaja kurdî kiriye.
 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.