ARAT ARARAT/BIELEFELD
Osman Mûtlû (Dilxwaz Agir) ê ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Amûdê de, bi du hevrêyên xwe re şehîd bû, li Bîefeldê hat bibîranîn.
Birayên şehîd Dilxwaz, Alî û Rizgar Mûtlû, nûnerê Komawê Alî Yeter, siyasetvanê Kurd Osman Îbrahîm, malbatên şehîdan, birîndarên şer û gelek Kurd û dostên wan tevlî merasîma bibîranînê bûn.
Piştî rêzgirtinê, berdevkê KOMAW’ê Alî Yeter got, “Em soz didin ku em ê li ser rêya şehîdan, têkoşînê bidomînin û xwedî li bibîranîna wan derkevin.”
Osman Îbrahîm jî got, azadî gelek bi nirx e, lewma ev gel canê xwe feda dike.
Birayê Dilxwaz Agir, Alî Mûtlû jî got, “Her sê xwişk û birayên min ên şehîd bûn jî şagirtên Hakî, Mazlûm û Zîlanê wan bûn. Em ê xwedî li felsefe û paradîgmaya Rêberiya xwe derkevin.”
Birayê wî yê din Rizgar Mûtlû jî got, “Dilxwaz serî rakir li ber zilma li Kurdan dibe. Em ê jî li ber wê zilmê li ber xwe bidin û gavekê jî bi paş ve neavêjin. Birayê min şehîdê Kurdistanê ye, em bi wî serbilind in.”
Di merasîmê de sînevîzyona ji bo Dilxwaz Agir hat nîşandan.
Birayê şehîd Dilxwaz, Dilxwaz Agıir (Abdullah Mutlu) sala 2016´an di berxwedana xwerêvebeiryê de şehîd bûbû. Xwişka wî Eylem Dilxwaz jî (Songul Mutlu) jî li Avaşînê 6´ê Mijdara 2020´an şehîd bûbû.