Sê jinên tekoşêr

Duşem 4 Çile 2021 - 03:52

  • Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar 5 sal berê hatin kuştin. Dayikên wan qala wan kirin û gotin: “Heta kujer hesab bidin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li Silopiyayê qedexeya derketina derve di 14'ê Kanûna 2015'an de hat destpêkirin û dor li navçeyê hat girtin. Li gel êrişên dijwar û dorpêçê jî xelkê navçeyê taxên xwe bernedan û heya dawiyê li ber xwe dan. Di nav berxwedêran de 3 jinên siyasetvan û têkoşer jî hebûn; Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel Pakîze Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar.
4’ê Çileya 2016’an çeteyên dewleta Tirk ên bi navê polîs û eskeran her sê jinên siyasetvan Ûyar, Nayir û Demîr kirin hedef û wan qetil kirin. Bi munasebata salvegera 5’an a qetilkirinê dayikên Ûyar, Nayir û Demîr, têkildarî têkoşîna zarokên xwe axivîn.
 
Jin serê xwe rakin

Sêvê Demîr a sala 1974'an li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû û 1995'an tevî malbata xwe koçberî navçeya Salîhlî ya Manîsayê bû, di nava xebatên jinan de cih girt û li ser şopa heqîqetê meşiya. Diya wê Sultan Demir dibêje; “Sêvê bi têkoşînê bêhna wê derdiket. Di emrekî biçûk de rêxistin nas kir. Jineke çeleng û  wêrek bû. 20 salan bi awayekî çalak di nav xebatên jinan de cih girt. Ji bo jinan hemûyan têkoşiya. Ji bo jina kurd xwe nas bike û rêxistin bibe têkoşiya. Êşkence, girtin, zilm, zehmetî, heqaret dît û tişt nema ku nehat serê wê. Lê dîsa jî serî rakir û weke jineke pêşeng li ber xwe da. Ji ber ku serê xwe rakir hat kuştin. Ew kesên ku Sêvê qetilkirin, hêvî dikim ku ji wan re nemîne. Em ê hesabên wan bipirsin. Ez bang li jinan dikim ku serê xwe rakin û li ber xwe bidin”
 
Bi hezaran Pakîze rabûn 

Pakîze Nayir a sala 1990ʼî li gundê Ziristanê yê Silopyayê ji diya xwe bûyî di temenê xwe yê biçûk de ji neçarî bi malbata xwe re çû navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û piştî 6 salan careke din vegeriya Silopiyayê, hem kargehek vekir hem jî xebatên siyasî meşandin. Diya wê Behiye Nayir, der barê keça xwe de dibêje; “Ti caran li hemberî zilm û zordestiyê serê xwe netewand. Jineke jêhatî û çeleng bû. Her tim rêber bû. Dizanibû rêberiyê bike. Di biçûktiya xwe de li firinê dixebitî. Di temenê xwe yê biçûk de nan digirt ser destê xwe û ji bo bifiroşe tax bi tax digeriya. Pişt re li  dirûnxaneyê xebitî. Ti caran bê kar nedima. Jineke gelek çalak bû. Pişt re bi pereyê ku kom kiribû, ji xwe re kargehek vekir. Aboriya mala me li ser milê Pakîzeyê bû. Jineke gelek zana bû. Mala me wê rê ve dibir. Pakîzeyê tu caran desthilatdariya mêr qebûl nedikir.
Ji rêxistinê pir hez dikir. Tevlî her meş û xebatên jinê dibû. Pakize li hemberî talankirina bajêr li ber xwe dida. Nehişt ku xaka wê bê talankirin û hilweşandin.
Piştî ku Pakîze şehîd bû me navê wê li neviya xwe kir. Min Pakîzeyek da, lê bi hezaran Pakîze afirîn."
 
Girêdayî doza xwe bû

Fatma Ûyar a sala 1993'yan li gundê Duhokê yê girêdayî navenda Şirnexê ji dayik dibe bi malbata xwe re li navenda Şirnexê bi cih dibe. Di temenekî piçûk de ji ber xebatên siyasî tê girtin û 9 sal ceza lê tê birîn. Ûyar, 5 sal û 3 meha di girtîgehên Sêrt û Mêrdînê de dimîne û piştre tê beraetkirin. Piştî ku ji girtîgehê dertê, li cihê mayî xebatên xwe dewam dike. Diya wê Hatîce Ûyar jî weha qala wê dike: “Fatma girêdayî doza xwe bû. Biçûk bû lê ji her tiştî fêm dikir. Dema ku hê zarok bû ji min re digot, ‘Ez ê biçim partiyê’. Min jî jê re digot, ‘Tu hê biçûkî’. Piştre ji min re digot, ‘Dema ku min xwest hûn erê nekin jî xem nake’. Bi qasî 3-4 salan li partiyê xebitî. Pişt re hat girtin. Li kuderê xebatek hebûna Fatma li wir bû. Di temenê xwe yê 11 salî de tevlî partiyê bû. Zarok bû, lê dilê pir bi werek bû. Fatma li hemberî malbata xwe û hevalên xwe gelek dilsoz bû.”

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.