Ronya Othmann dest bi nivîsandina berhema nû dike

Nûçeyên Jin

Sêşem 30 Hezîran 2020 - 14:37

Par nivîskara Kurd a Êzîdî ya bi Elmanî dinivîse, Ronya Othmann di Pêşbirka Wêjeyî ya Ingeborg-Bachmann de xelata xwîneran wergirtibû. Pê re jî bursa nivîskaran a ji bo Klagenfurtê bi cih bibe û binivîse. Ronya Othmann 3’yê Tîrmehê wê ji bo vê li dezgeha nivîskaran a li Europahaus a Klagenfurtê bi cih bibe û berhema xwe ya nû lê binivîse.
Ronya Othmann bi navê “Vierundsiebzig (Heftê û çar)” metnek nivîsîbû ku pê behsa qirkirina Êzîdiyan a bi fermana 3’yê Tebaxa 2014’an rave dikir. Wê hem xelata xwîner wergirt ji bo vê metna xwe û hem jî 6 mehan burs wergirt da ku li dezgeha nivîskaran a li Klagenfurtê binivîse. Ev xelata hanê ji bo piştgiriya nivîskarên jin tê organîzekirin. Ev jî dikare ji bo Ronya Othman bibe destpêka kariyerekî serketî yê nivîskariyê.
Ronya Othmann hem rojnamevan û hem nivîskar e û bi eslê xwe Kurda Êzîdî ye û li bajarê Elmanyayê Munchenê 1993’yan hatiye dinê. Ji sala 2014’an ve Ronya Othmann li Înstîtuya Wêjeya Elman a li Leipzigê dixwîne. Ew helbest, ceribandin û pexşanê dinivîse. Heta niha gotarên wê weke rojnamevan di Spiegel, Zeit online, edit, Text+Kritik, taz û gelek dezgehên din ên çapemeniyê de derçûne. 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.