- Mark Zuckerberg ji bo strana “Pink Floyd” di reklameke xwe de bi kar bîne gelek pere teklîfî koma Pink Floyd kir û ji komê re nameyek şand, lê komê ev daxwaza wî qebûl nekir.
Avakar û muzîkjenê koma “Pink Floyd” Roger Waters daxwaza avakarê Facebookê Mark Zuckerberg red kir. Zuckerg xwest strana “Another brick in the wall” ji bo Facebookê bi kar bîne.
Avakar û CEO´yê Facebookê Mark Zuckerberg ji bo strana “Pink Floyd” di reklameke xwe de bi kar bîne gelek pere teklîfî koma Pink Floyd kir û ji komê re nameyek şand, lê komê ev daxwaza wî qebûl nekir.
Waters, ji bo Mark Zuckerberg got, ew “Xêvikekî herî bi hêz ê vê dinyayê ye” û wiha behsa nameya Zuckerberg kir, “Ji bo Instagramê bide nasîn dixwaze filmekî çêke û ji bo filmê jî strana me bi kar bîne. Ev nameya wî ye û dibêje, ez ê pereyekî mezin bidim we. Bersiva min ji bo wî ‘bicehime here!’ bû.”
Waters got, Facebook bi vê nameyê nîşan dide ku ew dixwaze her tiştî bikire û bike yê xwe. Lê em ê nebin hevparê vê kelevajiya Mark Zuckerberg û Facebookê.
Strana “Another Brick in the Wall” sala 1979’an di albûma “The Wall” de cih girtibû.
NAVENDA NÛÇEYAN