- Elmanekî 23 sal berê li ser dîwarê avahiya Navenda Ciwanên Karker (AJZ) resmekî Helîm Dener tevî amblema ERNKê li bajar Bielefeldê çêkir. Polîsê Elman xwest vî resmî rake. Lê dadgehê daxwaza polîs red kir û vê biryara Dadgehê Kurd û dostên wan kêfxweş kir.
Wezareta Karê Hundir a Elman bi talîmatekê bi bahaneya amblema ERNKê ya qedexekirî di resim de heye xwest resim were rakirin û 600 euro jî ceza dabû. Lê Navenda Ciwanên Karker li ber vê biryarê rabûn û têkoşîna huqûqî dan destpêkirin. 17ʼê Hezîrana 2020an Serokê Navenda Ciwanan derket pêşberî dadgehê û ji dozê beraat kir.
Dadgerê dadgehê di biryara xwe de got, azadiya fikir û hunerê ji qedexeya alê girîngtir e. Dadger herweha anî ziman ku resim 23 sal in, li wir e, û aktuelbûna wî nemaye û bi vî awayî doz bi dawî kir. Dadger der barê rewşa li Rojhilata Navîn de jî got, erê demên berê hinek çalakiyên PKKê yên weke nebaş xuyadikirin hebûn, lê belê ez niha dibînim dewleta Tirk çawa bi awayekî bêhuqûq êrişî Kurdan dike û zoreke mezin li wan dike.
Di dema dadgehê de Kurdistaniyan û rêxistinên wan ên weke YXK, JXK, TCŞ û JCA tevî endamên Antîfa AG kon vedan, belavok belavkirin û der barê zora polîs de agahhî dan.
Ciwanê Kurd Helîm Dener 23 sal berê dema 16 salî bû li bajarê Hannoverê 30ʼê Hezîrana 1994an dema afîş daldiqand bi gulleya polîsan ve hat kuştin. DEVRÎM DAG/ BIELEFELD