Qedexeya Ocalan qebûl nake

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 3 Kanûn 2022 - 03:48

  • Aktîvîstê aştiyê yê Elman Claus Schreer ê 83 salî, cezayê ji ber wêneyê Ocalan lê hatiye birrîn qebûl nake û dibêje, ew ji bo mafê azadiya xweîfadekirinê, lazim bibe heta bi Dadgeha Destûrê ya Federal a Elman jî biçe.  

SILÊMANÎ ZAXURANÎ/FRANKFURT

 

Claus Schreer, ji aktîvîstên aştiyê û pasîfîstên navdar ên bajarê Elmanyayê Munchenê ye. Ew niha 83 salî ye. Ji ber ku beriya bi 4 sal û nîvan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a rojava protesto kir û bi wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û nivîsa “Ji Ocalan re Azadî” doza Rêber Abdullah Ocalan kir, dozgeriya Munchenê bi îdîaya binpêkirina qedexekirina xebatên PKK´ê doz lê vekiribû. Dadgeha Sulhê ya bajêr ji ber vê ceza li Claus Schreeer birrî: 2 hezar û 800 euroyan diviyabû ew bide dewleta Elman. Schreer li ber vê biryarê rabû û çû Dadgeha Eyaletê ya Munchenê. 

Beriya bi çar sal û nîvan, di Sibata 2018´an de di dema Konferansa Ewlekariyî ya Navneteweyî ya li Munchenê de wî tenê de deqîqeyan wêneyê Ocalan û nivîsa di bin wêne de “Freiheit fur Ocalan” (Azadî ji Ocalan re) bi stûyê xwe ve kir. Wî dizanî ev yek qedexe ye. Jixwe wî destûra çalakiya wê rojê wergirtibû. Gava destûr wergirtibû jî bi rojan muzakere kiribû bi polês û rayedarên ewlekariyê yê Munchenê re. Sedema muzakereyan jî ew bû ka ewlekariya bajêr destûrê dide kîjan navgîn bên bikaranîn ji bo protestokirina êrişa dagirkeiryê ya dewleta Tirk a li dijî Efrînê. Wî dizanî, nîşandana wêneyên Ocalan weke nîşandana alayên PKK´ê tê qebûlkirin û bi biryara wezareta karê hundir a Elman qedexe ye. Lê ew bi israr dibêje, “Mafê di Destûra Bingehîn de misogerkirî yê azadiya xweîfadekirinê, nabe ku bi hinceta qedexekirina PKK´ê bê betalkirin.”  

 

Bi şert betalkirina ceza red kir

Polês hingê dîmenên çalakiyê qeyd kirin û dozgeriya Munchenê ku carinan weke dozgeriyeke dewleta Tirk be tevdigere, doz li Schreer vekir: Li gorî dozgeriyê wî qanûna civîn û xwepêşandanan binpê kiriye. Dozgeriyê hem ji ber wêneyê Ocalan û hem jî ji ber hilgirtina alayên YPG û YPJ´ê di dema xwepêşandanê de doz bire dadgehê. Dadgeha Sulhê ya Munchenê jî ev yek qebûl kir û 2 hezar û 800 Euro cezayê pere lê birrî. Niha jî Dadgeha Eyaletê ya Munchenê li ser îtîraza Claus Schreer, pêr îdîaya Claus Schreer sûc kiriye, erê kir, lê cazayê pere yê li Claus Schreer hatiye birrîn, kêm kir û daxist hezar û 225 Euroyan. Doza ji ber alayên YPG û YPJ´ê berê hatibû xistin. Ceza û biryarên mayî yên ceza jî bi biryara dadgehê, wê bi şert tenê biketana dosyayê.

Lê Claus Schreer ê ku îro 83 salî ye, ev yek qebûl nekir. Wî got, meseleya wî, ne ev doz û ev ceza ye, lê mesele presînpek e. Ew ê li ber biryarê rabe û dibêje, “Lazim be, heta bi Dadgeha Destûra Bingehîn biçin.” 

 

Li aliyekî destûr li aliyê din wezîr

Parêzerê Claus Schreer, Mathes Breuer e. Ew dibêje, sedema qedexekirina nîşandana portreyên Ocalan, siyaseta “şantajê” ya hikûmeta Tirk li dijî Elmanyayê ye, ya ku xwe disipêre “Peymana Penaberan” a bi Tirkiyeyê re. Wî di parastina li dadgehê de got, “Ev mizdaneke siyasî ye ji bo dîktator Erdogan”.

Dozgerî bi xwe bi israr behsa giştînameyeke wezareta karê hundir dike. Di wê giştînameyê de wezîrê karê hundir dibêje, wêneyên Ocalan li şûna ala û sembolên PKK´ê tên bikaranîn.

Claus Schreer helbet li hola dadgehê jî qet ya dilê xwe xef nekir. Wî got, ew qedexekirina PKK´ê jî red dike û wiha peyivî: “Nabe ku bê qedexekirin, mirov pişta wan kesan bigire, ew kesên ku li dijî şerê Tirkiyeyê xwe diparêzin. Û nabe ku sûcekî bê cezakirin be, gava mirov doza betalkirina qedexekirina PKK´ê bike." Di dewamê de wî got, qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê bi kêra krîmînalîzekirina Kurdên li Elmanyayê tê. Bi ya wî jixwe, mesele têra xwe safî û zelal e: Li aliyekî Destûra bingehîn heye, ew mafê azadiya xweîfadekirinê misoger dike. Û li aliyê hemberî destûra bingehîn jî, giştînameyeke wezîrê karê hudir ê federal ê berê heye ku mafê azadiya xweîfadekirinê asteng dike.

Bi vê biryardariyê, Claus Schreer pêşniyaza Dadgeha Eyaletê ya Munchenê ya beralîkirina dosyayê red kir; ew ê li ber biryarê rabe û dibêje, lazim be, ew ê dozê heta bi Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Elman jî bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.