Piştgirî ji artêşa NATO´yê mezintir e

Nûçeyên Dîaspora

În 2 Kanûn 2022 - 01:53

Di çarçoveya rojên çalakiyan ên #WeSeeYourCrimes (Em sûcên we dibînin) ên înîsiyatîfa “Defend Kurdistan” (Kurdistanê biparêze) yên li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk, aktîvîstan meydana Albisriederplatz a li Zurichê dagir kir. Wekî din li gelek bajarên Elmanyayê û Ewrûpayê çalakiyên cihê reng hatin kirin.

Aktîvîstên Înîsiyatîfa “Defend Kurdistan” ya tevgera ciwanênn Kurd û kampanyaya #RiseUp4Rojava çarşemê êvarê Albisriederplatz a li bajarê Swîsreyê Zurichê di çarçoveya rojên çalakiyan ên navneteweyî de dagir kirin. Dora meydanê bi pankarrtan hat girtin û paşê axaftin hatin kirin û li muzîkê hat xistin. Wan got, “Faşîzma Tirk hewl dide bi siyaseta xwe ya şerê qirêj Tevgera Azadiya Kurdistanê bişikîne. Em ê destûra vê nedin. Piştgiriya me mezintir e ji artêşa duyem mezin a NATO´yê.”  versucht, mit seiner schmutzigen Kriegspolitik die kurdische Freiheitsbewegung zu zerstören. Wir werden es nicht zulassen. Unsere Solidarität ist stärker als die zweitgrößte Armee der NATO!”

Aktîvîstan bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, da zanîn ku nexasim jî xelkê sivîl hatine şehîdkirin û armanca êrişan qirkirineke etnîk e. Wan got, sûcên şer li ber çavên dinyayê diqewimin, û sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurd tên bikaranîn. Wan helwêsta Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) ya ku tevî delîlan jî bêdeng dimîne û tiştekî nake, şermezar kir. 

Wan ji bo piştgiriyê û ji b ku balê bibin ser sûcên şer bi gazên zer jî performanseke li dijî sûcên şer çêkir.

Li ser banga Defend Kurdistanê ya “Roja Bibîranîna Qurbaniyên Şerê Kîmyewî ya Cîhanî” ya ji 28’ê Mijdarê heta 2’yê Kanûnê, li bajarê Swîsreyê Cenevreyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî meş hat lidarxistin.

 

Hem Tirkiye û hem jî Îran protesto kirin

Kurdistaniyên li Hollanda û Belçîkayê û dostên wan jî ji bo protestokirina bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekan (OPCW) ya li dijî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin ba hev.

Xelkê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava û qetlîama dewleta Îranê ya bi ser Rojhilatê Kurdistanê jî protesto kirin. 

Kurdistanî û dostên wan li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Elmanyayê Bonnê, mîtîngek protestoyî li dar xist. Di çalakiyê de êrişên kîmyewî yên li hemberî gerîlayên azadiyê, weke sûcên şer hatin binavkirin û hat gotin, Neteweyên Yekbûyî bi bêdengiya xwe ya li hemberî vî sûcî, hevkariyê dike.

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê Kurd û rêxistinên çepgir, li Goetheplatz hatin ba hev û êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û êrişên li dijî Rojava protesto kirin.

 

Ji Saarbruckenê heta bi Berlînê

Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê êrişên dewleta Tirk ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbruckenê hatin protestokirin û şervanên azadiyê hatin silavkirin.

Kurdên li bajarên Dusseldorf û Duisburgê, li qadên ku avahiya navendî ya li Duseldorfê ya Partiya Keskan lê ye, mîtîng li dar xistin. Wan sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li Kurdistanê, teşhîr kirin. 

Li bajarê Elmanyayê Freiburgê, Kurd û dostên wan mîtîngek li dar xist. Dostên Kurdan diyar kir ku gelê Kurd ne bi tenê ye, çi dibe bila bibe, ew ê bi ruhê Kobanê Kurdistanê biparêzin.  

Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê, bi organîzasyona NCKD’ê û Meclîsa Jinan a Sara meş û mîtîng hat lidarxistin.

Li Berlîna paytexta Elmanyayê, mîtîng hat lidarxistin û sûcên şer ên dewleta Tirk hatin protestokirin. Li ser navê Kurdistaniyên li ser banga Meclîsa Jinan a Dest Danê û Meclîsa NAV-Berlînê li ber Meclîsa Federal a Berlînê, Kurd û dostên wan hatin ba hev. Hevserokê Nav-Berlînê Erhan Firat, Nabî Kimran, Endamê Meclîsa Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz axivîn.

 

Li avahiya wan ew protesto kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û ciwanên înternasyonalîst, li Avahiya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) ya li paytexta Awusturyayê Viyanayê, li dijî êrişên kîmyewî yên li dijî Kurdistanê, çalakiya îtaetnekirina sivîl li dar xistin.

Ciwanan li ber avahiya AGÎT’ê pankarta “Endamê AGÎT’ê Tirkiye, li Kurdistanê gaza kîmyewî bi kar tîne” hilda û ji bo balê bibin ser bikaranîna çekên kîmyewî, kîsên spî li xwe kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.