Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewrûpayê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê a Cîhanê pîroz kir.  

Li bajarê Elmanyayê Dortmundê, Kurdan û dostên wan bi mîtîngekê ev roj pîroz kir. Di mîtînga li ber Gara Trênan a Navendî (HBF) de hat gotin, Kobanê ji bo dinyayê hemûyî serketineke girîng bû. 

Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê jî Kurdistaniyan serketina înternasyonalîst bi meşekê pîroz kir. YJK-E, Rote Hilfe û rêxistinên din ên civakî yên ser bi RISEUP 4 ROJAVA meş organîze kir. Lê helwêsta polêsan pîrozbahî nerehet kir. Beriya destpêkirina mîtîngê, polês bi hinceta ku pankart ji metre û nîvekê dirêjtir e, êrişî xelkê kir. Polêsan di dema meşê de jî 4 caran êriş bire ser Kurd û dostên wan û 4 kes kirin nezaretê. Kolektîfa RISEUP 4 ROJAVA êrişa polêsan şermezar kir. Lê pîrozbahî bi coş pêk hat û heta 4 kesên kirin nezaretê nehatin berdan jî, pîrozbahiyê dewam kir. 

Kurd û dostên wan li bajarê Elmanyayê Munchenê jî, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi mîtîngekê pîroz kirin. Tevî barana zêde jî Kurdan û dostên wan li Meydana Stachusê serketina Kobanê di Roja Kobanê a Cîhanê de pîroz kir.

Li bajarê Elmanyayê Hannoverê aktîvîstên TCŞ‘ê ji bo pîrozbahiyê çalakî kir. Ciwanan li ser dîwarên zanîngehê, avahiyên cemaweriyê û nuqteyên qelebalix ên bajêr nivîsên “01.11 Kobanê”, “Rojava”, “YPG” û “YPJ” nivîsandin.

Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN´ê li paytexta Ingilistanê Londonê, li nuqteyên cuda yên bajêr çalakî li dar xistin. Komek ciwan li meydaneke qelebalix a bajêr bi alên TCŞ, YPG û YPJ’ê bi meşaleyan meşiya. Ciwanan piştre li ser dîwarên meydanên qelebalix ên bajêr nivîsên “Bijî Kobanê”, “Bijî PKK”, “Bijî YPJ û YPG” nivîsîn. 

NAVENDA NÛÇEYAN