
- Jinên Kurd di qonaxên cuda de her tim di hemû aliyên jiyanî de rolek pêşeng lîstine. Beşek ji wan jinan ji ber bandora wan navê wan ketiye dîrokê û peykerê wan hatine çêkirin. Hunermendê peykersaz Çêner Nizar ku gelek peykerên jinên pêşeng çêkiriye, got: “Peykerê jinan peyameke ji bo xebat û têkoşîna jinan e.”
Ji berê de jinên Kurd di hemû warên jiyanî de xwedî rolek sereke ne. Ti qonaxek dîrokê bêyî têkoşîna jinan derbas nebûye. Ji ber vê rola girîng gelek jinên siyasî, nivîskar, hunermend û şoreşger derketine û peykerên wan hatine çêkirin. Em ê balê bibin ser çend jinên Kurd ên peykerên wan hatine çêkirin û navên wan ketine dîrokê.
Hin ji wan jinên ku cihê xwe di dîroka Kurdan de girtine û peykerên wan re hatine çêkirin wiha ne; Hepsexana Neqîb, Neîme Mistefa, Xedîce Mistefa, Leyla Qasim, Ayşegul, Nahîde Selam, Adîle Xanim, Xanzada Mîra Soran, Dayê Gulê, Mamosta Sinewber, Xecê Bawe, Dayfe Xatun, Seyde Mama Xatun, Fata Reş, Meyan Xatun, Zerîfe, Qedemxêr, Leyla Zana, Mîna Qazî, Sakîne Cansiz, Mestûre Erdelan, Arîn Mîrkan û Avesta Xabur.
Peykersazî yek ji beşên hunera şêwekariyê ye, dikare di derxistina dîroka Kurdan de rolek girîng bibîne û kesayetên diyar ên dîrokî nîşanî nifşê nû bide. Di nava jinên Kurd de çend jin hene ku peykerên wan hatine çêkirin û nîşanî nifşên nû hatine dayîn. Hin ji wan jî, Exterî Reşul, Mestûre Erdelan, Zekiye Alkan, Dîlara Kinc (Arîn Mîrkan).
Exterî Reşul kî ye?
Exterî Reşûl di sala 1929’an de li Silêmaniyê hatiye dinê, hîn di temenê ciwantiyê de rêya xebat û têkoşînê meşandiye û tevlî çalakiyan bûye. Di qada siyaset û şoreşgeriyê de wek jinek pêşeng û têkoşer hatiye naskirin. Di 11’ê Cotmeha 1959’an de li ber Deriyê Sera yê Silêmaniyê di dema anîna cenazeyê Şêx Mehmud de û despêkirina xwepêşandanan de, di encama gulebarana rasterast a hêzên Inglîzan de jiyana xwe ji dest dide. Piştre cenazeyê wê li Silêmaniyê tê veşartin û piştre jî li Silêmaniyê peykerê wê tê çêkirin.
Mestûre Erdelan
Mestûre Erdelan di sala 1804’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Li Mizgefta Mezin a Sine xwendiye û zimanên Kurdî, Erebî û Farisî dizanî. Bi nivîsandina dîroka Erdelanan dibe yekem jina dîroknivîs. Ji bilî dîrokê wê helbest jî nivîsandine. Di sala 1848’an de li paytexta Mîrnişîna Babana ango Silêmaniyê niştecih dibe. Di sala 1848’an de jî li Silêmaniyê koça dawî dike û li Girê Seywan tê veşartin. Peykerê Mestûre Erdelan li bajarê Sine yê Rojhilat û bajarê Hewlêr yê Başûr hatine danîn.
Zekiye Alkan
Zekiye Alkan di sala 1970’ê de li Kelkîtliya Gumuşhaneyê hat dinyayê, Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê qezenc dike. Dema zanîngeh dixwend têkoşîna gelê Kurd bala wê kişand. Zekiye Alkan a beriya ku çalakiya xwe pêk bîne di Newroza sala pêş wê de dema bi hevalên xwe re li Parka Trafîkê rûniştîbû, pereyê di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Ji kesên ku jê re dibêjin ‘tu çi dikî’ re dibêje ‘Ez Newrozê pîroz dikim.’ Zekiye Alkan a ku li hemberî zilma li dijî serhildanên ku bi definkirina 13 endamên PKK’ê ji aliyê jinan ve li Nisêbînê dest pê kiribû, nikaribû bêdeng bimîne, di 21’ê Adara 1990’î de bi cilên xwe yên reş diçe ser sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe dide ber agir. Zekiye Alkan weke “jina ku Newrozê bi pêxistina agirê bedena xwe pîroz dike” dibe lehenga gelê Kurd.
Arîn Mîrkan
Arîn Mîrkan bi navê rast Dîlara Kinc di sala 1992’yan de li gundê Mîrkan ê navçeya Mabetaya kantona Efrînê ji dayik dibe. Di 2007’an de bi têgihîştina rastiya jinan û gelê Kurd berê xwe dide têkoşîna azadiyê ku bi dildariyeke mezin hemû taybetmendiyên fermandarî û pêşengiyê di kesayet û hişmendiya xwe de bi pêş dixe. Dîlara Kinc bi vê zanebûnê tevli nava şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê dibe û di xebatên damezrandina YPJ’ê di 4’ê Nîsana 2013’an de cih digre û weke fermandar di rêxistinkirin û pêşxistina şervanan de rola xwe dilîze. Di dema êrişa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de, bi rengekî fedayane şer dike. Di roja 5’ê Cotmeha 2014’an de li Girê Miştenûr yê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek fedayane lidardixe û şehîd dibe. Arîn Mîrkan bi vê çalakiya xwe bû yek ji sembolên berxwedana Kobanê. Peykerê wê li Silêmaniyê hatiye çêkirin.
Hunermendê Peykersaz Çêner Nizar di derbarê giringiya peykersaziyê de axivî û got: “Hunera peykersazî ji bo ciwankariya bajar û nîşandana kesayetan tê çêkirin. Min di nava karê xwe yê hunerî de nêzî 60 peykeran çêkiriye. Beşek ji van peykaran yên jinên wek, Exterî Reşûl, Xatune Sister û Ruxuş Elî bûn ku her yek ji wan di dîroka Kurdan de bandorek xwe heye û mil bi milê mêran kar kirine. Ji bilî ku di dîrokê de xizmetê ji wêje û hunera Kurdî re kirine, tevlî şoreşên Kurdan jî bûne.”
Li ser projeyên xwe yên nû jî Peykersaz Çêner Nizar got: “Ez hewl didim di dema pêş de peykerê şervanên jin çêkim ku wana ji bo welat şer kirine. Her wiha projeyek din a min heye ku peykerê wan jinên şoreşger ên di dema koça xelkê Başûr de cih girtine çêkim. Her wiha peykerê Leyla Qasim ji bo bajarê Hewlêrê amade dikim.”
Çêner Nizar da zanîn ku dema ew dibihîse ku jin li ser navê ‘namûsê’ tên kuştin bandorek mezin li ser wî çêdibe û got: “Ji ber vê çendê ez bi hunera xwe têkoşîna jinan nîşan didim. Peykerê jinên têkoşer li Kurdistanê ne tenê karekî hunerî ne. Di heman demê de peyameke civakî ne ku banga wekhevî û têkoşîna jinan dike.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ / PERÊZ REMEZAN







