Ev şerê cîhanê ye ne yê herêmî ye

Nûçeyên Jin

Pêncşem 19 Adar 2026 - 17:00

  • Hêlîn Umît diyar kir ku nirxandinên wan ên li ser şerê Rojhilata Navîn ne nû ne û wiha got:” Heke ez ne şaş bim û bi qasî min xwend, tespîta Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ewilî Rêber Apo kir. Hîn jî hin nîqaş hene ku ev ne şerê cîhanê ye, şerê herêmî ye.”

Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît beşdarî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haber TV bû, qonaxa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û şerê li Rojhilata Navîn nirxand.

Jixwe pêvajo di rojevê de ye û cihê xwe yê di rojevê de berdewam dike. Di atmosfereke wisa de pêvoja tê nîqaşkirin ku Rojhilata Navîn di nava agir de ye û gelek geşedan hene. Yanî ev pêvajoya ku em tê de ne, girêdana wê ya bi geşedanên Rojhilata Navîn re me timî anî ziman. Rêber Apo jî ev yek anî ziman. Rêber Apo ne tenê aliyê wê yê rojevî, aliyê wê yê dîrokî, şerê li Rojhilata Navîn, rewşa xwe, komploya navneteweyî û geşedanên piştî wê, atmosfera şer a ku hewl didin biafirînîn û hwd. ji hêla Rêber Apo ve hatiye ronîkirin. Geşedanên ku her roj diqewimin bi rastî Rêber Apo piştrast dikin. Di çarçoveyê de ez her kesî vediwînim ku Rêber Apo baştir fam bikin, bixwînin, nîqaş bikin û nirxandinên berê lêkolîn bikin. Li Tirkiyeyê di çarçoveya pêvajoyê de nîqaş tên kirin û gotinên wekî ku nû kişf dikin hene. Lê ne wisa ye. Rêber Apo van hemû di demek nêz de danî holê û hem jî aliyê vê yê dîrokî bi taybetî piştî Komploya Navneteweyî û sala 2000’î pê ve xisûsên ku Rêber Apo anîbû ziman bûn. Niha di serî de siyaseta Tirkiyeyê, lîder û partiyên siyasî bêtir dikevin ferqa wê. Em di nirxandinên wan de vê yekê dibînin. Herî dawî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş hin axaftin kir. Me ew axaftin girîng dît. Ji bo çi? Di rastiyê de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û şêweya wê ya li herêmê, yanî em vê dibin heta şerê kendavê sala 1991-92’an lê Numan Kurtulmuş di nirxandina xwe de vê yekê bi destwerdana DYE’yê ya Iraqê dide destpêkirin. Bi rastî ne wisa ye. Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ku li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin, qonaxa wê ya duyemîn bi Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo pêk hat, destpê kir.

Nirxandinên me yên li ser şerê Rojhilata Navîn ne nû ne. Heke ez ne şaş bim û bi qasî min xwend, tespîta Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ewilî Rêber Apo kir. Hîn jî hin nîqaş hene ku ev ne şerê cîhanê ye, şerê herêmî ye. Lê hemû geşedan û parametre nîşan didin ku bi giştî nava şerekî kurewî de ne. Belê cudatiyên wê yên Şerê Cîhanê yê Yekemîn û yê duyemîn hene. Di kodên meşandina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de cudatî hene. Bi giranî şerê aborî dimeşe. Yanî bi qasî tê xwestin destwerdanên leşkerî çêdibin. Mesela şerê bejahî bi giranî nayê meşandin.  Vediguhere nav parzemînan. Teknolojiya fezayê pir tê bikaranîn.  Yên ku pêşketina teknolojiyê di destê wî de ye ew serweriya xwe li ser herêmên din ferz dike. Parametreyên wisa cuda hene. Wekî ku Rêber Apo tespît kir, ev yek wekî encama krîza binyadî ya sîstema kapîtalîst tê jiyîn. Rêber Apo di dahûrandina sîstema kapîtalîst de dibêje ku di demên cuda de pêvajoyên tengezariyê hene û di vê pêvajoya tengezariyê de şer derdikevin. Lê vê carê ev krîza binyadî krîzeke ku nikare bê domandin û pêvajoyeke ku ji aliyê kapîtalîzmê ve jî nayê derbaskirin e. Di vê wateyê de pêvajoyeke ku encamên wê girantir e dijîn. Lê herî zêde li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Ji ber ku sîstema ku nebe serwerê Rojhilata Navîn nikare bibe sîstema cîhanê. Ev rastiyeke ku di nava pêvajoya dîrokê de derketiye holê. Jiber vê yekê şer li Rojhilata Navîn kûrtir tê jiyîn û hewl didin bînin asta tundtir û hovîtiyê.

Her kes Kurdan nîqaş dike, em hatine wê astê. Em derbasî cîhaneke welê bû ku ji înkarkirina Kurdan êdî hebûna Kurdan tê naskirin û her kes li ser vê yekê hesaban dike. Em di pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Ne tenê li Îranê, li çar parçeyên Kurdistanê, her wiha li derveyî welat dînamîka Kurdan hêza herî dînamîk e, hêza herî polîtîk e, gelê herî bi tevger e. Civaka herî polîtîk e. Bêguman ya ku ev hemû derxiste holê têkoşîna me ya zêdeyî 50 salî ya bi pêşengiya Rêber Apo ye. Eger civaka Kurd îro ewqasî dînamîk, polîtîk bûye, pêwendiya xwe bi rastiya têkoşîna me heye ku bi şehîdan û berdêlên giran kedeke mezin da. Divê her kes vê yekê zanibe. Ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman rengî ye. Pêwîstî bi bibîrxistinê dibînim. Karên me yên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê pir pir kevn nîne. Bi rengekî neyekser bandora me hebû.

Mînak, hewldanên Rêber Apo hebûn. Dikarim vê bibêjim. Lê belê bi esasî civaka Rojhilatê Kurdistanê rabûna xwe ya herî mezin ji ber xwe ve li hemberî Komploya Navneteweyî pêk anî. Kes neçû wê derê, rêxistinbûn nekir, civak ranekir serhildanê. Girseya civakî ya mezin ku di şexsê Rêbertî de dît ku dixwazin çarenûs û paşeroja wê bê tarîkirin, rabû ser piyan. Ev gelekî hêja bû. Ya rast civakeke Rojhilatê Kurdistanê ya ku xwe di nava têkoşînê de zane kir û bi Rêber Apo re xwe dît, derkete holê. Ji bo Kurdan rastiyeke bi vî rengî afirî. Lewma dikarim vê bibêjim. Belê rabirdûyek jî heye. Mînak, Rojhilatê Kurdistanê li gorî parçeyên din ji aliyê hişmendiya Kurdîtiyê ve cografyayeke ku hîn bêhtir li pêş e.

Beriya her tiştî ez bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna hevalê Gundî ditewînim. Demekê em bi hevalê Gundî re xebitîn. Li heman cihî man. Dikarim vê bibêjim; hevalê Gundî ji ber nexweşiyê şehîd bû. Em gelekî li ber ket, beriya her tiştî dixwazim vê bibêjim. Bûyereke zehmet e. Hevrêyekî me, hevalekî me, hevalekî me yê kar ji ber nexweşiyê şehîd bikeve rewşeke gelekî giran e. Hevalê Gundî dema ku em bi hev re dixebitîn, bi coş û kelecana xwe timî li pêş çavên min e. Nêzî sal û nîvekê, du salan em li heman cihî xebitîn, li gel hev bûn. Min qet nedît ku hevalê Gundî bê moral bû. Çenteyek timî di destê wî de hebû. Bi wî çenteyî digeriya, dixebitî.

Bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna hevrê Salih Muslim ditewînim. Bavê Welat bi gotina me yek ji sitûnên bingehîn ên Şoreşa Rojava bû. Ji meşandina karekî li cihekî wêdetir, weke ku wek jî got yek ji pêşengên Şoreşa Rojava bû. Ev yek taybetmendiya wî ya herî şênber bû. Bêguman pêwendiya vê taybetmendiya xwe bi têkiliya bi Rêber Apo re heye. Hevrê Salih Muslim piştî ku Rêber Apo nas kir û kete bin bandora fikrên wî, ne tenê li nava Şoreşa Rojava, ji bo azadî û hebûna Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê li refên herî pêş ên têkoşînê cih girt. Wezîfeya dikeve ser milê xwe bi xurtî bi cih anî. Weke milîtanekî tevlî bû, weke kadroyekî tevlî bû. Xeta welatparêziyê gihand asta herî bilind.

ANF / BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.