• Li paytexta Elmanyayê Berlînê tevî sazî û dezgehên Kurdistanî, gelek siyasetvan, kesayet, huqûqnas û aktivîstan bi daxuyaniyeke girseyî dest dan pêngava KCKê ragihandiye û gotin, dem dema azadiya Ocalan e.

Ji çar aliyên dinyayê siyasetvan, huqûqnas û parêzvanên mafê mirovan li ber Parlamena Federal a Elmanyayê bi daxuyaniyekê destek da pêngava KCKʼê ya bi duruşma “Ji Ocalan re azadî, bes e, ji faşîzm û dagirkeriyê re”.
15ʼê Îlonê nûnerên sazî û dezgehên Kurdistanî û Tirkiyeyî li Strasbourgê li ber Konseya Ewrûpayê bi daxuyuniyeke çapemeniyê beşê kampanyayê yê Ewrûpayê bi duruşma “dem hatiye” dabûn destpêkirin. Bi daxuyaniya li Berlînê jî ji Efrîka, Avustralya û Emerîkayê gelek kesan destek dan.

Em ê bi hev re bimeşînin

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axaftina pêşî kir, daxuyaniya li Strasbourgê bi bîr xist û got: “Em radigihînin ku em ê tevî gelek siyasetvan, feminîst, parêzvanên mafê mirovan, rojnamevan, sendîkavan û huqûqnasan di asta navneteweyî de vê kampanyayê bi hev re bimeşînin.
Koç di serî hukûmeta Elman bang li saziyên navneteweyî û Konseya Ewrûpayê kir da ku bi berpirsiyariya xwe rabin û got: “Em bang li her kesî dikin ku doza wan a demokrasî, azadî û wekheviyê heye.”
Tevî gelek kesên beşdarî daxuyaniya li ber parlementoyê bûn, ji Îtalya, Ingilîstan, Spanya, Danîmarka, Efrîka Başûr, Swêd, Norwêc, Awusturalya, û Kanadayê û ji gelek welatan kesayetan bi dîmen peyam şandin û desteka xwe diyar kirin.

Dem dema azadiya Ocalan e

Endamê Parlementa Ewrûpayê Ramon Mantovanî di peyama xwe de Rêber Apo ne tenê weke lîderê Kurdan di heman demê de weke rêberekî global destnîşan kir û xwest kesên beşdarî pêngavê dibin divê ji bo azadiya wê biqîrin.
Parêzerê Rêber Apo, Arturo Salernî jî diyar kir ku rewşa Ocalan tê de ye, nayê qebûlkirin û got, ev yek ji aliyê gelek organîzasyonan ve jî tê qebûlkirin.
Endamê Kamera Lordan a Brîtanyayê yê Partiya Karkeran û Hevserokê Kampanya Azadî ji Ocalan re Christine Blower jî got, heta Ocalan azad nebe, pirsgirêka Kurd jî çareser nabe.
Dîrektorê navneteweyî yê Sendîkaya Unite ya Brîtanî û hevserokê kampanya ji Ocalan re azadî, Simon Dubbins jî got, dem dema azadiya Ocalan e.
Serokê Koma Dostaniya Kurd li Parlementa Baskê, Ohiana Etxebarrieta, huqûqnas Anna Maria Palacios, şaredarê berê yê Kopenhagê Vilo Sigursson, parlementerê berê yê Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê Pernille Frahm, Serokê Partiya Kominîst a Efrîka Başûr Solly Mapaila, serokê Rêxistina Çalakiyên Mafê Mirovan a Kurd a Efrîka Başûr Mahmoud Patel, ji komîteya hevgirtina bi Kurdistanê ya Norvecê Erling Folkvord û berdevkê Kampanya ji Ocalan re azadî ya Avusturalyayê rojnamevan Peter Boyle jî peyam dan û anîn ziman ku êdî dem hatiye Rêber Apo bê berdan.
Wekî din li cihê daxuyaniyê, Atik Mehmet Ali, ji TJK-E Zozan Serhat, Recep Maraşli, li ser navê KNKʼê Mecîd Hesso, wekîla berê ya HDPʼê Sibel Yigialp, hevserokê KON-MEDʼê Tahir Koçer, Nûri Alkeş, ji MKPʼê Firat, ji kovara komun a Elmanyayê Halil Akyol, ji Partiya Kominist a Kurdistanê Enver Şen, Îrfan Keskîn, nûnerê Partiya Çep a Keskan û ji Civaka Îslamiya Kurdistanê Agît Ural jî axivîn.

POLÎTÎKAZAD/BERLÎN