- Jinan qetilkirinên jin û zarokan yên roj bi roj zêde dibin wek "Qirkirina zayendê" nirxandin û wiha gotin: “Li Tirkiyeyê ewlehiya jin û zarokan tune ye. Xizanî giran bûye û ev dibe sedema bêewlebûna jin û zarokan. Jiyana me di her qadê de di bin rîskê de ye. Em vê pergala serdest qebûl nakin. Parastina cewherî maf e.”
Di 22 sal desthilatdariya AKP’ê de pêşiya polîtîkayên qetilkirina jin û zarokan hatin vekirin û her roj li dijî jin û zarokan êriş û zext didomin. Li Tirkiyeyê bîlançoya qetilkirinan roj bi roj giran dibe. Desthilatdarî di polîtîkayên xwe de israr dike û jin jî li dijî vê li kolanan têkoşîna xwe xurt dikin.
Jinan derbarê tundî û qetilkirinan de nirxandin kirin.
‘Zarok di hawirek ne ewle de dijîn’
Ji Meclîsa Jinên Ciwan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Şevval Çaşurluk diyar kir ku AKP-MHP ji ser jinan polîtîkayên qetilkirinê dike jiyanê û bi polîtîka bêcezahiştinê gumanbaran xelat dike. Şevval Çaşurluk di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Qetilkirinên jin û zarokan bi destê serdestiya mêr tê meşandin. Qetilkirin polîtîk in. Di 21’ê Tebaxê de li gunê Çulî ya Amedê Narîn Guran ya 8 salî winda bû û cenazeya wê 8’ê Îlonê de li Çemê Egertutmaz hat dîtin. Gumanbar dereng hatin darizandin. Jin û zarok di hawirek ne ewle de dijîn.”
Têkoşîna erneternasyonal
Şevval Çaşurluk qetilkirina zarokan wek "Qirkirina zayendê" nirxand û wiha domand: “ Li dijî van polîtîkayan têkoşîna rêxistikirî ferze. Divê em ligel hev cih bigirin. Divê em li dijî êrişan bin. Di serî de li zanîngehan li her derê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye serhildana li dijî pergalê. Armanca me ev e ku em bi vê têkoşîna erneternasyonal mezin bikin.”
‘Em serhildana xwe li kolanan mezin dikin’
Ji Kordînasyona Jinan a Partiya Sosyalîst Doga Karakuş jî wiha got: "Encama polîtîkaya bêcezahiştinê ya deshtilatdariyê de her roj jin û zarok tên qetilkirin. Qetilkirina jin û zarokan encama polîtîka bêcezahiştinê ye. Li dijî van êrişan têkoşîna jinan girîng e. Em bang li hemû jinan dikin ku em bi hev re li kolanan têkoşîna xwe mezin bikin.”
‘Parastina cewherî maf e’
Ji Meclîsa Kedê ya HDK’ê Meral Îlker jî bertek nîşanê qetilkirina jin û zarokan da û got qetilkirinên jin û zarokan polîtîk in û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê ewlehiya jin û zarokan tune ye. Xizanî giran bûye û ev dibe sedema bêewlebûna jin û zarokan. Jiyana me di her qadê de di bin rîskê de ye. Em vê pergala serdest qebûl nakin. Parastina cewherî maf e.”
‘Divê hikûmet biguhere’
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Fatoş Ekîcî bang kir ku divê qetilkirina jin û zarokan demildest bi dawî be û ev nirxandin hat kirin: “ Hîna bûyera Narîn Guran ronî nebûye her roj em bi nûçeyek din şiyar dibin. Divê ev hikûmet biguhere.” ELFAZÎ TORAL/STENBOL/JINNEWS